ENKS'ê jî li Efrînê dest bi talankirinê kirin 2018-04-13 12:40:57   EFRÎN - Piştî komên OSO yên Tirkiye piştgiriyê dide wan li Efrinê dest bi talankirin û wêrankirina mal û milkê gelê Efrînê kir, endamên girêdayî ENKS'ê jî li Efrînê dest bi talankirin û wêrankirinê kirin.    Şer û dagirkeriya Tirkiye ya li ser axa Efrînê ku di 20'ê Çile de dest pê  kiribû di roja 83'an de berdewam dike. Komên OSO bi piştgiriya TSK'ê û balafirên şer piştî 58 roj şûnde ketin bajarê Efrînê yê vala. Piştî TSK û OSO ketin Efrîna bê mirov dest bi talankirin û wêrankirina mal û milkên welatiyan kirin. Talankirin û wêrankirina mal û milkê gelê Efrînê bi destê OSO ku Tirkiye wê wekî artêşa mîllî bi nav dike 25 rojin berdewam dike. Niha jî Konseya Neteweyî ya Kurd a Sûriye (ENKS) jî dest bi talankirin, dizî, tacîz û tecawizê kirin. Şêniyê Gundê Hêcikê yê Cindirêsê ku aliyê komên ENKS'ê ye Silehedin Mihemed Osman yê xwe ji komê OSO nade paş, ji aliyê komê OSO Yên “Ceyş El Şerqi” ve hat revandin. Osman, bi sedema bi navê "Peşmerge" bang li wî hatiye kirin hat binçavkirin.  Hat diyar kirin ku Osman ê hat binçavkirin rastî îşkenceyê hatiye û hemû malê wî hatiye desteserkirin.