Ji bo keça xwe ya di girtîgehê de rastî êrîşê hat, bifikare 2018-04-13 12:19:34   RIHA - Dayîka Remziye Karadag a ji Girtîgeha Rihayê sîrgûnî Girtîgeha Xerpetê hat kirin û di ringê de rastî êrîşê hat, Fîdan Karadag, diyar kir ku derbarê jiyana keça xwe de bifikar e.    Dayîka Remziye Karadag a di 11’ê Nîsanê de ji Girtîgeha Tîpa T a Rihayê sirgûnê Girtîgeha Xerpetê hat kirin Fîdan Karadag, diyar kir ku keça wê di ringê de rastî êrîşan hatiye û wiha got: “Gardiyenên girtîgeha Xerpetê jî êrîşî keça min kirin.”   Dayîk Fîdan Karadag, anî ziman ku keça wê bi telefonê li wê geriyaye û behsa êrîşên li ser xwe kirin. Karadag, da zanîn ku keça min piştî  du salan li Girtîgeha Mêrdînê ma, şandin Girtîgeha Rihayê û wiha axivî: “Keça min li Girtîgeha Rihayê salek û 5 mehan ma. Li vê derê keça min tim rastî gefên rayedarên girtîgehê yên mîna ‘emê te sîrgûnê girtîgehek herî xerab bikin’ dihat. Ji bo hevdîtinê ez çûm girtîgehê, lê ji min re gotin ‘keça te hatiye sewq kirin.’”   Karadag, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ez nihekê li ber derê mam. Dûre keça min l imin geriya. Ji min re got ‘ez sîrgûnê Girtîgeha Xerpetê kirim. Ez rastî lêgerîna tazî hatim, lê min ev qebûl nekir. Ji ber vê bi saetan îşkence li min kirin. Ez avêtin erdê û pora min kaş kirin. 5 gardiyan ser serê min kom bûn û ji min re gotin ‘em sergardiyenin û berpirsê girtîgehê ne. Dûre heqaret li min kirin.’”    Karadag, dest nîşan kir ku bi salane zarokên wê di girtîgehan de rastî îşkenceyên cûr bi cûr tên û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Zarokên me di girtîgehan de rastî hemû cûreyên îşkencê tên. Ma êdî ne bese? Her roj zarokên me îşkence dikin, heqaret li wan dikin û wan sîrgûn dikin. Ji xwe zarokên me di girtîgehan dene, ma êdî ji wan çi dixwazin? Ji bo zarokên me ji me dûr bikin, wan sîrgûnê girtîgehên dûr dikin. Keça min got dê wê bixin hucreyê de. Ji ber vê jiyana keça min, min dixe nava fikaran. Ez banga hiqûqî û hestiyarê li raya giştî dikim.”