KCD: Ji Enfalê ve polîtîkaya qirkirinê li ser kurdan didome 2018-04-13 11:52:19   AMED – KCD’ê kesên di komkujiya Enfalê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û got ku polîtîkaya qirkirinê ya li dijî kurdan berdewam dike.    Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi boneya 32’yemîn salvegera komkujiya Enfalê ya ku di 14’ê Nîsana 1986'an de li ser fermana Serokdewletê Iraqê Sedam Huseyîn pêk hat bi daxuyaniya nivîskî şermezar kir û kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anî.    Daxuyaniya KCD’ê wiha ye:    "Dagirkerên faşîst û dîktator ev sedsal in polîtîkayên komkujî û jenosîdê li ser gelên Kurdistanê meşandine û di roja me de van polîtîkyan bi awayekî dermirovahî û hovane dimeşînin.   Li ser komkujiya Enfalê ya ku wekî sûcê dermirovî û deqeke reş ketiye nav rûpelên dîrokê 32 sal derbas bûn. Di 14’ê Nîsana 1986’an de li ser fermana dîktator Sedam Husên komkujiya Enfalê dest pê kir û ev komkujî heta 1989’an bênavber berdewam kir. Di vê komkujiyê de 182 hezar kes hatin qetilkirin û bi komî hatin binaxkirin. Texrîbatên di encama vê komkujî û sûcê dermirovî de derketin holê hê jî benavber didomin.   Komkujiya Enfalê, komkujiya ku dewletên mêtinger li ser gelê kurd dane meşandin ne ya ewilî ye û ne jî ya dawî ye.Ev komkujî wekî berdewam komkujiyên Koçgirî, Agirî, Zîlan, Dêsim, Gurgum û gelek komkujiyên din ên bi stratejiya tunekirina gelê kurd hatine meşandinin. Ev polîtîkaya qirkirinê li Qamişlo, Şirnex, Cizîr, Silopî, Sûr, Nisêbîn, Kerboran, Gever û di roja me de bi wêrankirin û hilweşandina Efrînê re tê domandin.   Tê zanîn ku dewletên dagirker ên ev komkujiyan kirine, bi piştgirî û hêza ku hêzên emperyal ên navneteweyî pêk anîne. Hêzên navneteweyî şirîkî wan ên ev sûcê dermirovî ne.   Heta ku hemû dîktator û şirîkên wan ên van sûcan li pêşberî mirovahiyê hesab ji wan neyê pirsîn û neyên darizandin û cezakirin wê tu caî wijdanê mirovan pak nebe. Lê belê rastiyeke ku em pê zanin û li berçavane heye. Ew jî tu carî li hemberî van komkujeran paş de gav neavêtine û berdêla wê çi dibe bila bibe tu carî ji bîr û baweriya xwe ya azadî û rizgariyê tawîz nedane. Wê îro jî nedin. Dîktatorên ku ev komkujî pêk anîne di wijdanê mirovahiyê de hatine mehkûmkirin û di nav rûpelên dîrokê yên lanetkirî û reş de wenda bûne. Gelê me jî her roj gav bi gav nêzî azadiya Kurdistanê dibe, ev jî ji bo gelên Rojhilata Navîn dibe çavkaniya moral û hêviyê. Ji ber vê yekê Kurdistan, li dinyaya ku mirovahî lê hatiye wendakirin û qirêjkirin bûye erdnîgariya jinûve şînbûna nirxên mirovahiyê.  Bi vê bîr û baweriyê 32’emîn salvegera komkujiya Enfalê careke din lanet dikin. Em di wê baweriyê de ne ku hemû berpirsyarên herêmî û navneteweyî li pêşberî mirovahiyê bên darizandin û hesab ji wan bê pirsîn. Em ê Têkoşîna Rizgarî û Azadiyê bi Serkeftinê Tacîdar Bikin."