Unsal: Tişta ku tenê Tirkiye bi îstîkrar e fobiya kurd e 2018-04-13 11:00:57   ENQERE – Parlamenterê AKP'ê yê berê Ahmet Faruk Unsal qewimandinên li Sûriyeyê wek “Dayika şerên li Rojhilata Navîn” pênase kir û got ku îdiayên kîmsayalê jî ne nêzî aqil e. Unsal got ku Tirkiye ji ber fobiya kurd ne pêkan e li Rojhilata Navîn derkeve rê.    Parlamenterê AKP’ê yê berê û Serokê Giştî yê MAZLUM-DER’ê yê berê Ahmet Faruk Unsal rewşa nû ya li Sûriyeyê û nêzîkatiyên AKP’ê nirxand. Unsal bibîr xist ku Dûma û Gûta bi hevpeyman hatiye valakirin. Unsal got: “Tabî ez ne ji bo kefîliya rejîma Esad dibêjim. Lê we hemû Gûtayê bi dest xist. Li bendêbû ku Dûma jî di encama lihevkirinê bê valakirin, lê çima dê li wir çekên kîmyewî bikar bînin?” Unsal bibîr xist ku li Îngîltereyê li gorî îdiayên sîxûrekî bi êrîşek kîmyewî jehrî bûye demek kurte hat rojevê û ji ber vê yekê ji niha û pê ve îdiayan êrîşa kîmyewî werin rojevê jî ne nêzî aqil e.    ‘ŞERÊ SÛRIYE DAYIKA ŞERÊN DIN E’    Unsal meseleya li Sûriyeyê wiha nirxand: “Şerê navxweyî yê li Sûriyeyê, dayika pirsgirêkên Rojhilata Navîn e. Sed sal e pirsgirêka kurd nehat çareserkirin. Carek din pirsgirêka kurd li vir derxist holê ku li Tirkiyeyê û Îranê vê pirsgirêkê raxist ber çavan.”    ‘TIRKIYE DU ALÎ DILEYÎZE’    Unsal destnîşan kir k udi enî girtinê de yê serê wan herî tevlîhev Tirkiyeye û got: “Kompleksa Tirkiyeyê ya pirsgirêka kurd heye. Tirkiye dixwaze ji bo pirsgirêka kurd nêzîkatiya herî nerm nîşanî eniya Rûsya û Îranê ku avakirin bide. Tirkiye li aliyekî bi tirsa kurda xwe nêzî Îran û Rûsya dike. Lê li aliyê din jî wek welatek NATO dixwaze di bloka welatên rojava de cih bigire. Tirkiye ji ber vî awayî li gorî cihê xwe guncav tevger dike.”    ‘JI BER FOBIYA KURD NE PÊKANE DERKEVIN RÊ’    Unsal diyar kir ku Tirkiye li ser “Fobiya kurd” têkiliyên xwe yên li pêş xist dibe ku ne mayînde be û got: “Têkilî û nakokî her gav dibe ku biguherin. Ji ber vê yekê ne diyar e Tirkiye dê çiqas li Efrînê bimîne an nemîne.”    Unsal da zanîn ku yên li Rojhilata Navîn herî zêde xwedî îstîkrar in kurd in û Tirkiye ji ber fobiya kurd ne pêkane li Rojhilata Navîn derkevin rê.    MA / Kenan Kirkaya