Ji Deriyê Xabûrê ber bi Herêma Kurdistana Federe sewqiyata leşkerî 2018-04-13 09:23:30 ŞIRNEX – TSK, li herêmên sînor bi operasyonên leşkerî deverên tampon çêdike û li herêma Bradostê ya Kurdistana Federe liv û tevgera xwe zêde kir. Ji bo rewşa navborî di Deriyê Sînor ê Xabûrê re sewqiyata leşkerî pêk tîne. Bi hatina biharê re li qadên bejahiyî yên Şirnex û Colemêrgê yên li sînorê Herêma Kurdistana Federe, operasyonên leşkerî jî zêde bûn. Yek ji van operasyonên sereke jî ku bi beşdarbûyîna bi hezaran leşker û cerdevanan pêk tê, herêma Çiyayê Cûdî û Herêma Ertoşê ua Çelêya Colemêrgê û bejahiya Şemzîzanê û Bajaroka Derecîkê ye.    LI SER SÎNOR AMADEKARIYÊN HERÊMA TAMPON    Herêmên li sînor tim ji aliyê balafirên şer û helîkopteran ve tên bombebarandin. Li van herêma bi salan e riyên “ewlehiyê” hatin çêkirin. Piştî çêkirina van riyan niha jî li van deran çêkirina binkeyên leşkerî dest pê kiriye. Nemaze jî tê diyarkirin ku li bejahiya Herêma Ertoşê ya Çelê, gelek leşker sînor îhlal kirine û li Herêma Kurdistana Federe bi cih bûne. Ji bo li vê herêma navborî herêma tampon bê çêkirin, çêkirina binkeyên leşkerî yên nû didomin.    LI HERÊMA BRADOSTÊ LIV Û TEVGERA LEŞKERÎ HEYE    Tirkiye li hêlekê li ser sînor bi operasyonên leşkerî herêma tampon çêdike, li hêla din jî di nav sînorên Herêma Kurdistana Federe de liv û tevgera xwe ya leşkerî zêdetir dike. Piştî daxuyaniyên Serokê Giştî yê AKP’ê Recep Tayyip Erdogan û rayedarên hikûmetê ku tim operasyona derî sînor bi lêv dikin, li herêma Bradostê ya bajaroka Sîdekan a Hewlêrê bi helîkopteran gelek leşker hatin danîn. Piştî sewqiyata leşkerî leşkeran dest bi kolandina mewziyan kir û di navbera wan û gerîlayên HPG’ê de pevçûn rû didin.    Ji aliyê hin organên çapemeniyê ve ev liv û tevgera leşkerî û pevçûn tên nîşandan, lê belê heta niha Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) der barê vê rewşê de tu daxuyanî nedane.    LI XABÛRÊ SEWQIYATA LEŞKERΠ   Ji bilî van geşedanan, hat hînbûn ku li Silopiyayê di Deriyê Sînor ê Xabûr re jî ber bi herêmê ve sewqiyata leşkerî pêk tê. Hat diyarkirin ku di meha dawî de nêzî 50 wesayîtên leşkerî wekî du karwanan di Deriyê Sînor ê Xabûrê re ber bi Deriyê Sînor ê Xelîl Îbarhîm ê Herêma Kurdistana Federe ve çûne. Hat destnîşankirin ku ev konvoy di ser Zaxoyê re derbasî Duhokê bûne.