Ji ber ceryana gund tune, amûrên xwe li navenda bajêr şarj dikin 2018-04-13 09:21:56 ŞIRNEX – Li Şirnexê, welatiyên ku di dema qedexeya derketina derve de xaka xwe neterikandin vegeriyan gundên xwe yên di salên 90’î de hatin şewitandin, ji ber ku ceryana wan tune ye diçin bajêr amûrên xwe yên elektronîk şarj dikin.  Malbatên ku di dema qedexeya derketina derve ya li Şirnexê ku di 14’ê Adara 2016’an de hat îlankirin vegeriyan gundê xwe yê Cefînê ku di salêm 90’î de hatibû şewitandin, bê ceryan dijîn. Bi giştî 5 malbat li gund dijîn û ji ber nebûna ceryanê welatî 2-3 rojan carekê diçin navenda Şirnexê û amûrên xwe şarj dikin.    JI SALÊN 90’Î VE CERYAN TUNE YE    Yek ji van malbatên ku ji ber qedexeya li bajêr mecbûr ma koç bike jî malbata Sanir e. Tekane debara malbatê sewalvanî ye. Bi giştî 4 ferdên malbatê hene. Malbatê diyar kir ku ji bo ceryanê wan gelek caran serî lê daye, lê belê hîn jî ev pirsgirêka wan nehatiye çareserkirin. Sadik Sanir, destnîşan kir ku ji salên 90’î ve ceryana gund tune ye û ji ber nebûna ceryanê li malê wan cilşo û firakşo û TV tune ne.    ‘EM DIÇIN NAVENDA ŞIRNEXÊ AMÛRÊN XWE ŞARJ DIKIN’    Sanir, bi lêv kir ku li malê panleke rojê ya biçûk heye û ew bi vê panele pêdiviya xwe ya ceryanê ya rojane bi cih tînin. Sanir, anî ziman ku lê belê dema panel têr nake ew heftê 2-3 rojan diçin navenda bajêr û amûrên xwe yên elektronîk şarj dikin. Sanir got: “Biroj be jî hundurê malê tarî ye. Ji ber vê em hemû karên xwe bi lempeyên destan hel dikin.”    Sanir, destnîşan kir ku lê belê li gel hemû pirsgirêkan jî ew ê gundê xwe neterikînin û li avahiyên TOKÎ’yê bi cih nebin.