ROJEVA 13'Ê NÎSANA 2018'AN 2018-04-13 09:00:00 * Nivîskar Rengîn Kardelen diyar kir ku wêje bîr û xwezaya civakekê ye û got: “Tu civakeke ku berhemên xwe yên wêjeyî, çîrok, roman û helbestên xwe dinivîsîne tune nabe, nayê tunekirin. Wêje inyada vejîn û hebûnê ye, jîndarkirina vîna nirxên çandeyî û dîrokî ye.”  *  Berdevka Komîsyona Ekolojiyê ya HDP'ê Prof. Dr. Beyza Ustun, li dijî avakirina Santrala Nukleerê ya li Akkuyu tê avakirin bertekên xwe anîn ziman û wiha got: “Ev santral piştî dest bi xebatê bike ji bo me mirin dest pê dike. Santral ji bo her kesî mirin e."   * Parêzer Gulbahar Dogan ku dozên îstismarkirinê yên gelek zarokan dişopîne û parêzeriya kesên mexdûr dike, destnîşan kir ku argümana parastinê ya hevpar a hemû kiryaran îdiaya “dîn/kesên ji serê xwe nexweş” e.    * Li Mêrsînê komek jin li hemberî şideta zayendî, îstismarkirin û cinayetên jinan meclîs ava kirin. Jinan got: “Heta ku hemû bûyerên îstismarkirinê neyên ronîkirin em ê bitêkoşin.”    * Wê pîyanîstê navdar yê Bolîvyayî Sergio Escalera, li Pale Hunerê derkeve ser dike.    * Sekretera Giştî yê Forûma Tirkiyeyê yê PE’yê Laura Batalla Adam, têkildarî krîza Sûriyeyê got: “Ji civîna bilin a Rûsya, Îran û Tirkiyeyê jî diyar dike ku texmînkirina pêşeroja Sûriyeyê zehmet e.”    * Hat hînbûn ku xebatkarê berê yê Matbaaya Gunê ku hat desteserkirin Ûgûr Selman Kelekçîler ji sedî 45 berasteng e. Malbat ji ber rewşa Keleçîlerê ku bi nexweşîna Manîk Depresîf û şîzofreniyê ketiye dilqilqile û xwest demildest bê berdan.    * Dêrsîmî eleqeyeke zêde nîşanî nanê şikeva yê tenik ên ku Gulgen û Neşe Ataşê çêdikin didin. Nanê tê çêkirina heta derveyî welat diçe û piştevaniya van jinan ji bo gelek jinan dibe mînak.   * Li Şirnexê, welatiyên ku di dema qedexeya derketina derve de xaka xwe neterikandin vegeriyan gundên xwe yên di salên 90’î de hatin şewitandin, ji ber ku ceryana wan tune ye diçin bajêr amûrên xwe yên elektronîk şarj dikin.    * TSK, li herêmên sînor bi operasyonên leşkerî deverên tampon çêdike û li herêma Bradostê ya Kurdistana Federe liv û tevgera xwe zêde kir. Ji bo rewşa navborî di Deriyê Sînor ê Xabûrê re sewqiyata leşkerî pêk tîne.   * Şêniyên Gundê Rindikê yê Colemêrgê, bi hatina biharê re bi hev re dest bi çêkirina cihoka ava diçe ser zevî, bax û baxçeyên xwe kirin. Şêniyên gund bi derfetên xwe yên kêm dest bi çêkirina cihoka gund kirin.   * Her ku diçe şer kûr dibe û ev yek dibe sedemê qirîza aborî û bihabûna dolaran. Krîza aborî û bihabûna dolaran bandorek neyînî li ser esnafên bazar û mişteriyan dike. Li Amedê esnafan got ku ji ber bihabûnê nikarin kar bikin û mişterî jî bi ber bihabûnê bi gazinin û sedemê vê yekê jî krîza aborî didin nîşandan.     * Kava Înan ê ji bo kalên park û baxçeyên navenda Wanê dengbêjiyê dike, ligel temenê xwe yê biçûk jî bi stranên ku dibêje  mirovên derdorê  sermest dike.   * Danişîna doza Hevserokê Giştî yê berê yê HDP'ê Selahattin Demirtaş dê di roja 3'emîn de li Kampusa Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê berdewam bike. (09.30)   * Platforma Şaxan a KESK'ê dê bi şîara "Ji bo jiyanek mirovî û ewlehiya kar ji OHAL'e re NA" li şaxa Egîtîm Sen'ê ya Edeneyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (11.30) Navenda Giştî ya KESK'ê jî bi heman armancê dê li pêş Wezareta Xebatê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.45) Platforma Şaxan ya KESK'ê ya Stenbolê jî dê bi heman armancê dê li pêş Walîtiya Stenbolê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (15.00)   * Berdevkê HDP'ê Ayhan Bîlgen, dê li Meclîsê li odeya koma partiyê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (12.00)   * Meclîsa Jinan a Platforma Şaxan a KESK'ê ya Stenbolê dê li dijî îstîsmara zarokan li 6'emîn Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bide çapemeniyê. (17.00)