Li Ezazê teqîn: Gelek kes mirin 2018-04-12 16:08:08   ŞEHBA - Li Ezazê ku komên OSO ên di kontrola Tirkiye de ew dagir kirine, teqîn pêk hat. Di teqînê de gelek kes mirin.    Li gorî çavkaniyên herêmî, li Ezazê teqînek pêk hat. Di teqînê de gelek kes mirin. Tê gotin, teqîn bi wesayiteke bombebarkirî rû daye. Teqîn li cihekî nêzî avahiya 'Meclîsa Herêmî' ku ji aliyê Tirkiye ve hatiye kirin, pêk hat. Tê texmînkirin ku teqîn ji ber şerê navxweyî yê navbera çeteyên Cephet Şemiye û Sûltan Mûrat rû daye. Sûltan Mûrat komeke çete ye ku ji aliyê MÎT'ê ve hatiye avakirin û piraniya endamên wê Tirkmen in. Cephet Şemiye jî ji komên Ereb ên bi Tirkiye re tevdigerin pêk tê.