Tanka mazotê ya balafirên şer ket Hîlwanê 2018-04-12 15:13:41   RIHA - Tanka mazotê ya balafirên şer ên TSK’ê ket Hîlwanê   Tanka mazotê ya balafirên şer ên TSK’ê di saetên serê dibê de ket nêzî Taxa akçamescît a navçeya Hîlwana Rihayê. Ji ber ketina tankê li taxê panîk û tirs çêbû. Li ser agahiya welatiyên taxê cendirmeyên hatin cihê bûyerê, parçeyên tanka mazotê kom kirin û ji bo lêpirsînê birin Fermandariya Cendirmeyan a Hîlwanê.    Derbarê ketina tankê de rayedaran hîna jî tu daxuyaniyek fermî nedan e.