Ji ber parvekirinên berî 4 salan hat girtin 2018-04-12 15:06:45 HATAY - Li Îskenderunê, Alî Çahan ji ber parvekirinên tora civakî yên berî 4 salan hat binçavkirin û bi sûcdariya “Propagandeya rêxistinê kirin” hat girtin. Alî Çahan di 10’ê Nîsanê de li navçeya Îskenderuna Hatayê, ji ber daxuyaniyên KCK û wêneyên Sakîne Cansiz a li Parîsê hat qetilkirin, berî 4 salan di tora civakî de parve kir, hat binçavkirin û bi sûcdariya “Propagandeya rêxistinê kirin” hat girtin.    Çahan şandin Girtîgeha TîpaT a Îskenderunê.