Ji bo hunermend Tunç ê Musa Anter bibîr anî lêpirsîn kirin 2018-04-12 14:17:52 STENBOL - Serdozgerê Komarê yê Wanê, derbarê hunermend Ferhat Tunç ê di axaftina xwe de Zanistê Kurd Musa Anter bibîranî de, lêpirsîn vekir.   Serdozgerê Komarê yê Wanê, derbarê hunermend Ferhat Tunç de lêpirsîn vekir. Hat diyar kirin ku derbarê Tunç bi hinceta di axaftina mîtînga 20’ê Îlona 2017’an a li Parka Musa Anter kirî de, lêpirsîn hatiye vekirin. Îfadeya Tunç li ser fermanê li Dozgeraiya Komarê ya Kuçukçekmece hat girtin û pirsa mîtînga Wicdan û Edaletê ji Tunç hat kirin.  Hat diyar  kirin ku di mîtîngê de Zanîstê Kurd Musa Anter bibîranîn sûc hatiye dîtin.