Parêzerên Ocalan ji bo hevdîtinê cara 746’an serlêdan kirin 2018-04-12 11:45:07   STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muvekilê xwe re hevditinê pêk bînin cara 746’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Prz. Newroz Uysal, Cengîz Yureklî û Raziye Turgut bi armanca bi muvekilê xwe re sibê hevdîtinê pek bîne cara 746'an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.   Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha 745 caran serî li serdozgeriya komarê ya Bûrsayê dan. Lê her tim bi hinceta "Keştî xerabe ye","Muxalefeta hewayê heye", "Personel tune ye" û “OHAL” heye serlêdan hatin redkirin û destûr nehat dayîn parêzer biçin hevdîtinê.