Di sala 1915'an de gelê Ermenî niha jî gelê Efrînê hembêz kir 2018-04-12 11:39:02   HELEB - Taxa Şêxmaqsûd a Helebê ku ji destpêka şerê navxweyî yê Sûriyeyê heta niha ji malbatên ku ji şerê rejîm, komên selefî û DAIŞê reviyan re bûye war, di sala 1915’an de ji ermeniyan re û nha jî ji gelê Efrînê re hembêza xwe vekir.    Şerê li nava Sûriye nêzî 7 salin berdewam dike. Ji ber şerê navxweyî bi sed hezaran welatî ji cih û warên xwe bûm û jiyana koçberiyê dijîn. Piştî şerê li nava  Sûriye dest pê kir welatiyên ji êrîşên DAIŞ, hêzên rejîmê û komên Selefî reviyan, hatin li taxa Şêxmaqsud a Helebê bi cih bûn. Malbatên Ereb, ermenî, turkmen û suryani yên ji şer reviyan hatin li vê taxê bi cih bûn. Malbatên Heyvanê berxewdana Gelê kurd ya Sûriyeya Bakurê ku bi Kobanê dest pê kir û heta Dêra Zor belav bû, li vê taxê hat avêtin. Gelê Bakurê Sûriye ku li vir şerê bajar nas kirin, piştre mîrateya berxwedanek mezin ji mirovahiyê re li pey xwe hiştin. Dîsa pratîka ku kesî nikarîbû azadiyê xeyal bike li pey xwe hiştin. Ciwanên Efrînî yekem car li vir bingeha şerê bajarê ristin. Taxa Şêxmaqsûd yekem deriyê xwe ji gelê Efrînê yê ku Tirkiye ew ji axa wan derxistin re vekir.    ŞÊXMAQSUD   Taxa Şêxmaqsûd, li bakur û rojhilatê Halebê cih digire. Navê herêmê ye. Li vê herêmê taxên Şerqî, Xerbî û Marufî hene. Li tenişta vê herêmê taxa Eşrefiye ku herî zêre kurd lê dijîn hene. Li vê heremê beriya şer nêzî 400 hezar nifûsa wê hebû. Niha nêzî 100 hezar mirov lê dijî. Li Halepê cihê herî bilind û cihê herî stratejik e. Dema mirov diçe taxa Şêxmaqsudê Halep dev dikeve jêra mirov. Mirov ji jor ve li Helebê dinere. Ji ber vê yekê bi dehan caran rastî êrîşa komên selefî û rejîmê hat.    BERÊ ERMENÎ LÊ DIJIYAN    Li taxa Şêxmaqsudê berê Ermeniyên ji komkujiya 1915'an a li Tirkiye reviya bûn lê dijiyan. Ermeniyen ji Tirkiye hatin sirgûn kirin hatin li Helebê li taxa Şêxmaqsudê bi cih bûn. Komên selefî îbadetxaneyên wan dabûn ber agir.    BERXWEDANEK BÊ HEMPA    Herêma ku 5 salan di bin dorpêça komen selefî de ma, rastî hemû cureyên êrîşan hat. Li her mal, şibake û derî şopa guleyê heye. Rastî êrîşî top, hawan û guleyên çekên giran hatin. Balafiren şer bombe kir. Li Helebê taxa ku herî zêde berxwedanek bêhempa lê nîşan daye ev tax e. Lê tevî hemû êrîşên dijwar gelê taxa Şêxmaqsudê di ber xwe daye û li ser piyan maleye   NIHA DERIYÊ XWE LI GEFÊ EFRÎNÊ VEKIR    Taxa Şêxmaqsudê piştî şerê li herêma Idlib, Bab, Dera, Hama û Humusê dest pekir deriyê xwe ji malbat û welatiyên van herêmên şer re vekir. Welatiyên di salên 2012'an de koç kirin gelek ji wan hatin li vir bi cih bûn. Piştî Tirkiye êrîşî Efrînê kir û TSK û OSO bi tang, top û balafirên şer axa Efrînê dagir kir, bi sed hezaran gelê Efrînê hin ji wan çûn Şehbayê û hin jî hatin taxa Şêxmaqsudê. Vê taxê bi sedan malbatên Efrînî hembêz kir û deriyê xwe li wan vekir.    TEV-DEM'ê heta niha gelek malbat li vir bi cih kirin. Li taxê 16 komun hatin avakirin. Ev komûnên hatin avakirin pêdiviya mal, zexîre û hemû pêdiviyên cîhanê temîn dike. Yekîneyên tenduristiyê ku li vir hatin avakirin xizmeta tenduristiyê didin. Rayedaran diyar kirin ku gelê  Efrînê vir wekî mala xwe dibînin û dîsa berxwedana xwe li vir jî berdewam dikin.    MA / Nazim Daştan