HDP’ê rakirina tabelayên kurdî bir rojeva Meclîsê 2018-04-12 10:49:00   ENQERE - HDP’ê rakirina tabelayên kurdî ên piştî hatina Serokê Giştî yê AKP’ê Erdogan a bajarê Amedê, bir rojeva meclîsê.    Parlamenterê HDP’ê yê Wanê Adem Geverî, ji bo Wezîrê Karê Hûndir Suleyman Soylu bi bersivîne  derbarê rakirina tabelayên kurdî yên piştî hatina Erdogan a Amedê, pêşniyarpirs da meclîsê. Geverî di pêşniyarpirsa xwe de wiha got: “Li Amedê tabelayên duzimanî yên li ser kolan û bûlwaran rê û aliyan didin nîşandan hatin daxistin û  li şûna wê tenê bi Tirkî hat nivîsandin. Tabelaya rêya “Goristana Yenîkoy (Yenikoy Mezarligi) hat rakirin û li şûna wê tenê tabelaya ‘Yenî Mezarligi’ hat daliqadin. Her wiha li ser Kolana Zumrutkentê tabelaya rêya “Mêrdîn (Mardîn) û Êlih (Batman)” dida nîşandan kurdî jê hat birin û tirkî hiştin. Tabelaya “Kolana Mehmed Uzun” jê hat birin û tabela bi nivîsa “Mehmet Uzun Caddesi” daliqandin. Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin gelek tabelayên bi vî rengî navên kurdî hatin guhertin û navên yek zimanî hatin daliqandin.    *Hinceta tabelayên du zimanî yên li ser rêyên trafîqê guhertin çiye?   *Kê fermana rakirina tabelayên kurdî da?   Li Amedê hejmara tabelayên bi zimanê kurd ên li kolanan hatin rakirin çendin?   Raste ku piştî hatina Erdogan a Amedê, biryara rakirina van tabelayan hat dayîn. Kê ferman da qeyûm Cumalî Atîlla ku van tabelayan rabike?   Li şûna tabelayên kurd ên hatin rakirin, çi hat  bikaranîn?