Qirîza aborî li selefxwiran jî xist 2018-04-12 10:44:08   ŞIRNEX – Li Tirkiye ji ber qîmeta TL nabîne bazirgan û selefxwir jî îflas dikin. Li navçeya Sîlopiya gelek şîrketên bazirganiyê ketin bin deynê selefxwiran û selefxwir jî ji ber nikarin pereyên xwe bistînin îflas dikin.    Li Tirkiye ji ber TL li hemberî dolar û euro qîmat xwe winda dike hem bandora xwe li hemû qadên aborî û hem jî li ser qada bazirganî û selefxwuriyê jî dike. Di hefteyadawî de 1 Dolar 4 tl derbas kir. Dîsa 1 Euro 5 tl derbas kir. Ji ber tl êdî qîmeta wî nabîne bazirgan nikarin zêde mal ji derve bistînin. Dema distînin jî divê buha bifroşin. Selefxwur û bazirganên li navçeya Silopiya ya Şirnexê ketin bin krîzê. Ji ber bazirgan nikarin deynê xwe yê selefxwiran bidin ketin bin deynan. Selefrxwir jî ji ber nikarin pereyên xwe ji şîrketan bistînn îflas kirin. Esnaf û bazirganên li ser sînorê Xabûrê bazirganî dikir, piştî referanduma 25'ê Îlona 2017'an deriyê xabûrê hat girtin. Niha jî ji ber Dolar û Euro li hemberî TL qîmet wan zêde dibe êdî dîsa nikarin bazirganiyê bikin. Bi taybetî bazirganên li ser Sînorê Xabûre kirîn û firotinê dikin li ser dolar û euro dikirin û difiroşin. Ji ber dolar zêde dibe dikevin bin deynê selefxwiran. Dîsa ji ber îflas dikin nikarin deynê selefkaran bidin. Selefkar jî ji ber ku nikarin deynê xwe bistînin yek bi yek îflas dikin.    ME BERÊ 3 DOLAR BAC DIDA NIHA EM 12 DOLAR BACÊ DIDIN   Bazirgan Saît Tayşun, diyar kir ku li ser sinor bi salan e bazirganiyê dike û wiha got: "2 sal berê piştî qedexeya derketina kolanan dest pê kir kriza aborî ji bo me dest pê kir. Berê min bi nezî 2 milyon Dolar çîmento îxracad dikir. Berê min heqê tona çîmento 3 Dolar bac dida. Lê niha serê tona çîmento ez 12 Dolar bacê didim. Maşîneyên me piştî qedexeyan nêzî 2 mehan li Iraqê hatin rawestandin. Hikûmetê berê soz da me ku zerarê me temîn bike. Lê hêj soza xwe pêk neanîne.    GELEK ESNAF JI BER DEYNAN REVIYAN   Tayşûn, ani ziman ku li Silopiya herî kêm 350 firma hene û gelekan ji wan îflas kirine û wiha got: "Gelek şîrket û bazirganên ku nekaribûn deynê xwe yên bankayan bidin, ketin bin hecizê. 2 sal berê me bi 800 TL lastikê maşîneyan dikirî. niha bi 2 hezar TL ye. Niha dolar  zêde dibe. Mazot zêde dibe. Gelek bazirgan û xwediyên şîrketan ji ber deynê bankayan neçar man derkevin dervê welat. Bazirganekî di qîmetê Euro de 50 markayên maşîneyên Mercedes stendibûn. Ji ber euro buha bûn 15 milyon TL zerar kir. Ji ber deynan aramiya malê nemaye.    DEMA BANKA KREDÎ NEDIN JI SELEFXWIRAN DEYN DIKIN   Tayşun, anî ziman ku gelek bazirgan û şîrket dema ku êdî nikarin kredî ji bankayan bistînin ji bo deynê xwe bidin diçin ji selefxwiran pere distînin û wiha got: "Hem bazirgan îflas dikin û hem jî selefxwir îflas dikin. Ji pêlava me heta cilê li ser me her tişt ketiye bin hîpotekê."    GER AŞTÎ PÊK BÊ EZ DÊ ŞIVANIYÊ BIKIM   Tayşûn, anî ziman ku dema esnaf îflas bikin dewlet jî îflas dike û dema esnaf qezenç bikin dewlet jî qezenç dike û wiha got: "Holdînên mezin ên dikevin bin deynan dikarin kredî bistînin. Ji ber deynê wan krediyên zêde didin wan. Em dixwazin hemû esnaf û şîrketên ketibin bin deynan kredî bistînin. Em dixwazin vî deynî jî salekê taloq bikin. Em dixwazin li vi welatî aştî û aramî pêş bikeve. Ger ku aştî û arami pêş nekeve aborî jî rast nabe. Ger ku aştî pêk bê ez dê şivaniyê jî bikim."