Xebatkarê Ozgurlukçu Demokrasiyê hat binçavkirin 2018-04-12 09:52:00 DÎLOK –  Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ya qeyûm tayînî wê kirin, Bariş Polat hat binçavkirin.  Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê ya qeyûm tayînî wê hat kirin û xwendekarê Zanîngeha Dîlokê Bariş Polat li Termînala Otobusan a Dîlokê hat binçavkirin. Polat dema dixwest biçe malbata xwe ya li Uşakê li otogarê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Polat, nehat zanîn ku çima hatiye binçavkirin. Polat ji bo kontrola tenduristiyê birin nexweşxaneyê û ji wir jî birin Midûriyeta Polîsan a Dîlokê.