Ertan: Rapora CPT pirsan bê bersîv dihêle 2018-04-12 09:21:33 STENBOL - Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, der barê rewşa Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û rapora 2 sal berê ku CPT nû aşkere kir nirxandin kirin. Ertan, anî ziman rapora CPT pirsên heyî nabersivîne û hikûmet jî li şûna tecrîd û bê hiqûqiya li Îmraliyê bi dawî bike bêtir kûr dike.  Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe kûr dibe. Parêzer ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha nikarin biçin Îmraliyê û nikarin bi muwekilê xwe Ocalan re hevdîtin bikin. Heyeta Îmraliyê jî ji 5 Nîsana 2015'an û heta niha nikarin biçin Îmraliyê. Malbata Ocalan jî herî dawî di 11'ê Îlona 2016'an de çûn Îmraliyê. Piştî Mehmet Ocalan di 11'ê Îlonê de bi birayê xwe Ocalan re 15 deqîqe hevdîtin kir, ji wê demê heta niha agahî ji Ocalan nayê girtin. Nameyan nadin Ocalan. Dîsa mafê Ocalan ê hefteyê rojekê bi telefonê bi malbatê re bi axive jî ji destê wî hatiye girtin. Tevî Ocalan 3 girtiyên din jî di bir tecrîdê dene. Malbat û parêzerên 3 girtiyên din jî bi tu awayî agahiyê ji girtiyan nagirin. Malbatan ji 11'ê Îlona 2016'an  heta niha 69 caran, parêzeran jî ji 27'ê Tîrmeha 2011'an heta niha 745 caran serî li dozgeriyê dan û xwestin hevdîtinan bikin. Lê hemû serledanên malbat û parêzeran ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve hat redkirin. Dozger bi hinceta OHAL heye, keştî xerabe ye, personel tune, rewşa hewayê nebaş e, serlêdanên malbatan red kir.   HEYETA CPT RAPOR 2 SAL ŞÛNDE AŞKERE KIR   Heyeta Komîsyona Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Konseya Ewropa (CPT), herî dawî di Nîsana 2016'an de bi Ocalan re hevdîtin kirin. CPT, piştî hevdîtin kirin 2 sal şûnde di 20'ê Adarê de rapora der barê Îmraliyê û Ocalan de aşkere kir. Heyetê di raporê de îdîa kir ku rewşa fîzîkî û tenduristiya Ocalan baş e.    Parlamentera HDP'ê ya Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan, der barê tecrîda Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, rapora CPT û tifaqa AKP-MHP'ê nirxandinên girîng kirin. Ertan, anî ziman rapora CPT pirsên heyî nabersivîne û hikûmet jî li şûna tecrîd û bê hiqûqiya li Îmraliyê bi dawî bike, dijberî vê yekê bêtir kûr dike.    Erdan, anî ziman ku AKP bi soza pirsgirêka Kurd çareser bike hat ser îktîdarê û piştî hat îktidarê wekî hemû îktîdarên heyî dîsa dest bi înkarê kir û wiha got: "Hem xurt xapandin û hem jî kurd mijûl kirin. Tu carî li gorî ruhê demokrasiyê gav neavêt. Ji bo çareseriya pirsgirêka kurd tu carî gavên çareseriyê neavêt. "    LI SER DIJMINANTIYA KURD PRÎM KIR    Ertan, da zanîn ku piştî AKP'ê bi dengê Kurdan bû îktîdar û ji herêmên kurdan dengekî zêde girt, piştre polîtîkaya xwe guhert û wiha got: "Piştî bû îktîdar ji hewldanên demokratîkbûnê û çareseriya pirsgirêka kurd dûr ket. Ji politikayên Endamtiya Ewropa dûr ket. Di salên dawî de kurd raste rast anîn hemberî xwe û kirin dijminê xwe. Niha li ser dijminantiya kurdan prîmê distîne. Li ser afirandina dijminantiya kurdan prîmê dike. Bi MHP'ê re kar dike û bi aqilê MHP'ê tev digere."     ‘HELWESTA TIFAQÊ YA LI HEMBERÎ KURDAN ZELAL E'    Erdan, destnişan kir ku tifaqa AKP-MHP'ê li ser dijminantiya kurdan hebûna xwe berdewam dike û wiha  wiha lê zêde kir: "Em dizanin MHP ji bo AKP li îkdîdarê bimîne piştgiriyê dide. Ev şirîkati li dijî kurdan e. MHP tu carî kurdan qebul nake. AKP jî 2.5 salin bi hişmendiya nijadperest li dijî kurdan tev digere. Gel li dijî vê tiqafê pir bi hêrs e. Hilbijêrên kurd fikra xwe neguhertine. Li dijî vê tifaqê bi bertek in. AKP û tifaq niha qerfê xwe bi kurdan dikin. Serokê AKP'ê Erdogan tê AMedê dibêje ‘Me OHAL rakir. Wekî ku 2 salin OHAL tune ye."     2 SALAN RAPOR VEŞARTIN   Ertan, bal kişand ser rapora CPT'î û wiha got: "CPT'ê bi zanebûn 2 sal şûnde rapor aşkere kir. Di vê planê de destê dewletên navneteweyî  jî heye. Buroya Hiqûqê ya Asrînê, Heyeta Îmraliyê û Rêxistinên Civakî her dem ji bo tecrîd bi dawî bibin zextan li CPT  dikin. CPT jî ji bo vê rewşê rast bike dikare raporê aşkere bike û bandorê li ser van hêzan bike. Lê bi zanebûn rapor aşkere nekir. Naveroka raporê jî pir kêm e. Li şûna hikûmed dawî li vê bê hiqûqiyê bîne, bêhiqûqiya li Grava Îmraliyê ji holê rake, vê yekê li hemû girtîgehên Tirkiye belav dike. Li hemû girtîgehan, îşkence, tecrîd û hemû cûreyên binêkirinên mafan derketiye asta herî jor. Girtîgeh awêneya dewletê ya hiqûq û demokrasiyê ye. Ev pêkanînên li girtîgehan ê li dijî mafên mirovan, nişan dide ku ev hikûmet êdî nikare vî welatî bi rêve bibe."    MA / Necla Demir - Yasin Kobulan