Yolerî: Biçekkirin neyê rawestandin, dê şerê navxweyî derbikeve 2018-04-12 09:19:18 STENBOL – Seroka Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku perwerdekirina ji bo bikaranîna çekan a ji bo keyayan “fikaran zêde dike” û wiha hişyar kir: “Heke ku ev rewş neyê sekinandin, şerek navxweyî li benda me hemûyan e.”  Li Tirkiyeyê êdî perwerdehiya çekan jî ya ji bo keyayan xistin meriyetê û perwerdehiya çekan didin keyayan. Li Bursayê polîsan perwerdehiya çekan da keyayan. Biçekirin û perwerdehiya çekan a ji bo keyeyan rastî bertekan tê. Seroka Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê Gulseren Yolerî li dijî perwerdehiya çekan a ji bo keyayan nerazîbûn nîşan da û got: “Li hemû cîhanê li riya ku dest çekan berdin digerin, Li Tirkiyeyê perwerdehiya çekan didin keyayan. Ev tê wateya ku kesan teşwîqî bikaranîna çekan dikin. Heke tevbîr neyên girtin, şerek navxweyî li benda me ye.”    ‘ME DIXE NAV FIKARAN’    Yolerî li ser hejmara guleyên divê li malan bên hebin sekinî û wiha got: “Li malan hejmara guleyên 200 heb derdixin ser hezarî. Çima mirovek hezar fişek li mala xwe bigire. Çima pêdivî bi van guleyan dibînin. Em parêzvanê mafê mirovan, dema li ser vî tiştî difikirin em dikevin nava fikaran."    Yolerî anî ziman ku bi awayekî aşkere perwerdehiya ji bo bikaranîna çekan, tê wateya ku civak teşwîqî bikaranîna çekan tê kirin û sedema vê yekê jî ew e ku hikûmet dixwaze civakê bixe bin bandora xwe.    ‘HIKUMETÊ ŞERÊ NAVXWEYÎ XISTIYE SERÊ XWE’    Yolerî da zanîn ku li welatên mîna Tirkiyeyê rêjeya tundiyê û kuştinê zêde ye û wiha axivî: “Ev kar tenê ne mijara siyasetek qebe ye. Rêbaz û pêkanînên bi vî awayî dibe sedema ku civak bi hêsanî bikeve nava şerê navxweyî. Hikumet di ferqa vê yekê de ye û bi zanebûn dike. Hikûmet dizane ku dê encama vê yekê jî rê li ber pevçûnan vebike. Ji bo ku hikûmet aliyê xwe xurt bike, li herêmê perwerdehiya çekan dide keyayan û wan teşwîqî çekan dike. Dixwaze li rêveberiyên herêmî bi çek bike û wan bîne cem xwe û xwe bi hêz bike. Em dixwazin şer bi dawî bibe û çek ji holê rabe, lê hikumet berevajî vê yekê hewld dide. Di serê hikumetê de fikrên ku ber bi pevçûnan ve biçe heye. Ev xetereyê mezintir dikin. Divê civak bi yekdengî li dijî van pêkanînan dengê xwe bilind bike."    MA / Elîf Çetîner