Hewl didin zarok, pîr û kalan kêfxweş bikin 2018-04-12 09:18:20 MÊRSİN - Hin xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê, di çarçoveya projeya berpirsiyariyên civakî de, hewl didin zarok, pîr û kalên li nexweşxanan û malên xizmetê dimînin, bînin gel hev û wan kêfxweş bikin. Komek xwendekarên Zanîngeha Mêrsînê, di çarçoveya projeya berpirsiyarên civakî yên dibin banê Weqfa Dildarên Civakê (TOG) de xebat birêve dibin, hewl didin zarok, pîr û kalên li nexweşxanan û malên xizmetê dimînin bînin gel hev û wan kêfxweş bikin. Koma xwendekaran armanc dikin ku mirov bên gel hev û parvekirinên wan bi hev re çêbibin.   ‘EM MORAL DIDIN WAN’   Xwendekarê Beşa Îktîsatê ya Zanîngeha Mêrsînê û Hevkoordînatora TOG’ê Semra Yagmur Kaya derbarê xebatên xwe de agahî dan û wiha axivî: “Bi projeya ‘bila xeyal jîndar bibin’ a ji bo zarokan ji perwerdekeran perwerdê dibînin û dû re diçin nexweşxanê û demê xwe bi zarokan re derbas dikin. Li nexweşxanê em bi zarokan sohbet dikin. Em lîstîkan nîşanî zarokên dikarin rabin ser piyan dikin. Em diyariyên biçûk ji bo wan amade dikin. Bi vî awayî em dema xwe bi zarokan re derbas dikin û moral didin zarokan.”   Kaya, bal kişand se projeya “Destên pembû” jî û wiha got: “Ev projeya me ji bo pîr û kalane. Gava me dest vê projeyê kir, me dît ku pêdiviya pîr û kalan bi têkiliya mirovan re heye. Cardin bi parvekirina tecrûbeyên xwe bandora wan li ser gelek mijaran çêbû. Em armanc dikin ku aştiya civakî û guhertinê bi navbeynkariya ciwanan di civakê de pêş bixin. Dema ciwan tên gel hev dikarin her tiştî bikin. Mirov berî her tiştî divê ji xwe dest pê bikin ku karibin civakê biguherin.”   Yek ji xwendekarên dildar Fîdan Adiyaman jî, diyar  kir ku saleke di vê xebatê de cih digire û wiha got: “Me malên xizmetê yên pîr û kalan ziyaret kirin. Wê demê min kêfxweşiya wan dît. Ev bu sedem ku di vê xebatê bimînim. Em armanc dikin ku aştiya civakî ava bikin.”