‘Bihûşta veşartî’ ya Wanê li benda mêvanê xwe ye 2018-04-12 09:16:18 WAN – Girava Adir a li Gola Wanê wek “bihûşta çûkan” tê pênasekirin. Bi hatina biharê re girav dixemile û dibe girava rengên xwezayî. Ev girav ji deh hezaran qaqlîbazan re malovaniyê dike. Ji ber çûna giravê pirsgirêk e, ji aliyê kêm kesan ve tê ziyaretkirin.  Yek ji girava herî mezin a Gola Wanê Grava Adir e. Bi rengînî û malovaniya xwe ya ji bo çûkan nûwazebûna xwezayê dide nîşandan. Ev girav hêlîna bi deh hezaran qaqlîbazan û çûkên din dike. Bi sedan dar bi kulîlkên xwe yên rengîn lê hene. Lê ji ber çûna giravê bi tengasiyê kêm kes diçin serdanê û li benda kifşkirinê ye. Dêr û manastira dîrokî jî li giravê heye û cihek kevnare ye. Yên diçin giravê ziyaret dikin xemgîniya xwe ya ku mirov naçin ziyaret nakin tînin ziman.    Girav li dehma 40’emîn kîlomîtro rêya bejahiyê ya Wan û Erdîşê dikeve û 2 kîlo mîtro ji qeraxê golê dûr e. Ji mezra Tewleder a bi ser gundê Adir a navenda Wanê mirov bi rêya 10 deqîqeyan a qeyîka li ser avê digîhîje giravê. Xwediyê qeyikê Ozkan Gok diyar kir ku salê carek an du car seferan dibe giravê û xwest ji bo turîst bên giravê divê şirketên turîzmê geştê ji bo giravê pêk bînin.    ‘KES XWEDÎ DERNAKEVE’    Gok ê li mezraya Tewlederê bi masîvaniyê debara xwe dike wiha got: “Qedexeya masiyên Încî Kefalî dest pê dike û heta 15’ê Tîrmehê didome. 4 meh ez di tekneya xwe de radikevim. Em zerar dikin. Heke ku Girava Adir ji turîzmê re vebikin, em ê jî jê sûd werbigirin. Çimkî ez ê turîstan bibim giravê û bînim. Carna turîst tên gundê me û li restorekirina giravê pirs dikin. Em jî dibêjin ku tu kes xwedî li giravê dernakeve. Turîst jî naçin giravê. Halbukî yek ji girava herî mezin a Gola Wanê ye. Bihûşta çûkan e. Kulîlkên rengîn ên cûr bi cûr hene. Em dixwazin şirket geştê ji bo giravê pêk bînin. Heke ku ku ji turîzmê re vebibe, em ê êdî salê ne du car, rojê du car mirovan seferî giravê bikin.”    ‘HEKE LI ROJAVAYÊ TIRKIYEYÊ BÛYA DÊ NE DI VÊ REWŞÊ DE BÛYA’    Nivîskarê kurd Nezîr Ocek jî destnîşan kir ku yekem car çûye Girava Adir û wiha axivî: “Li giravê dêr û manastira ermeniyan heye. Ji ermeniyan maye. Hin avahî hêj li ser piya ne û hin avahî jî ji ber kesên li xezîneyê digerin tar û mar bûye. Rayedar bi tu awayî xwedî li giravê dernakevin. Heke ku xwedî li giravê derketina dê ne di vê rewşê de bûya. Restore bibe dê bala turîstan jî bikişîne. Girav gelek xweş e û xwzayek wê dewlemend heye. Cihe dîrokiye. Divê ku vir hildin bin parastinê. Heke ku ev girav li bajarên rojavayê Tirkiyeyê ango li cihek Ewropayê bûya, dê rayedaran bi awayekî taybet xwedî lê derketina.”    ‘TU DESTHILATDARÎ XWEDÎ LI GIRAVÊ DERNEKETIYE’    Ji welatiyan Hamdullah Kumlî jî anî ziman ku li gel hemû rûxandinan hêj girav û cihên dîrokî li ser piya maye û got: “Lê heta niha tu desthilatdarî xwedî li giravê derneketiye. Divê xwezaparêz bên vê giravê biparêz in û beriya mirov bimirin divê bên vir bibînin. Pêwîste ev der ji turîzmê re vebibe û ji çûnehatina mirovan re bê hêsankirin.”     MA / Mahmut Ruvanas