Kedkarên tenduristiyê hatin bibîranîn 2023-03-31 14:57:43   AMED - Platforma Tenduristiyê ya Amedê bi boneya Roja Bibîranîna Kedkarên Tenduristiyê daxuyanî da û wiha got: “176 jê jin bi giştî 513 kedkarên tenduristiyê di pandemiyê de û 103 jê bijîşk bi giştî 449 kedkarên tenduristiyê jî di erdhejên 6’ê sibatê de jiyana xwe ji dest dan. Em tevan bi rêzdarî bi bîr tînin.”   Yekemîn xebatkarên tenduristiyê yê ku ji ber şewba Covîd-19’ê jiyana xwe ji dest dayî, Prof. Dr. Cemîl Taşçioglû bû. Ji ber wefata Taşçioglû, Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) 1’ê nîsan weke “Roja Bibîranîna Kedkarên Tenduristiyê” ragihand. Platforma Tenduristiyê ya Amedê bi boneya “Roja Bibîranîna Kedkarên Tenduristiyê” li Odeya Bijîşkan a Amedê daxuyanî da. Gelek bijîşk û xebatkarên tenduristiyê tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Turan hate xwendin.    Turan, diyar kir ku bi ser şewba Covîd-19’ê sê sal derbas bûn û wiha got: “Yek ji welatên herî zêde ji pandemiyê bibandor bûy, welatê me ye. Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê; di nava 3 salan de li Tirkiyeyê zêdetirî 100 hezar kes mirin. Lê li gorî daneyên TTB’ê, ev hejmar sê qet zêdetir e. Yên Di sê salên dawî de li gel pandemiyê, her wiha qeyrana aborî, lehî, erdhej û hwd. jî ji bo kesên xizan bi xwe re karesatên mezin anîn. Heke tevdîr bihatina girtin dê rê li ber wêraniyeke wiha mezin venebûya. 176 jê jin bi giştî 513 kedkarên tenduristiyê di pandemiyê de jiyana xwe ji dest dan û di erdhejên 6’ê sibatê de jî 103 jê bijîşk bi giştî 449 kedkarên tenduristiyê jiyana xwe ji dest dan. Em tevan bi rêzdarî bi bîr tînin.”    ‘TÊKOŞÎNA ME TÊKOŞÎNA MAN Û NEMAYÊ YE’   Di berdewamê de Turan da zanîn ku weke xebatkarên tenduristiyê ew barê her karesatê li xwe digirin û axaftina xwe wiha qedand: “Divê bê zanîn ku têkoşîna me ya ji bo mafên me, têkoşîneke man û nemanê ye. Ji bo jiyana xwe, ji bo tenduristiya me xerab nebe, em ê li dijî polîtîkayên tenduristiyê tune dihesibîne derkevin. Ji bo başkirina mercên me yên xerab ên xebatê, heta niha tu gav nehatine avêtin. Daxwaza me ew e ku pêşniyarqanûnên ku van pirsgirêkên me çareser dikin bên derxistin. Ji bo bidin jiyîn û bijîn em dixwazin bi tendurist bin.”