Li Mêrdîn û Amedê berf barî 2023-03-31 12:38:59   MÊRDÎN / AMED - Li navenda Mêrdînê û navçeyên wê yên bilind berfê lê kir. Barîna berfê bandor li trafîka li ser rêya Artûklû-Mîdyad û Artûklû-Qoserê kir. Li Amede jî barîna berfê di saetên serê sibê de dest pê kir.    Li navenda Mêrdînê û navçeyên wê yên Mehsert, Rişmil û Midyadê berf barî. Bi barîna berfê li ser wesayîtan berfê spî kir û welatiyan zehmetî kişandin. Barîna berfê bandor li trafîka li ser rêya Artûklû-Mîdyad û Artûklû-Qoserê jî kir.   AMED    Piştî ku Miduriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ragihand ku li gelek bajaran wê berf û baran bibare, li Amedê jî barîna berfê dest pê kir. Barîna berfê ya di saetên serê sibê de dest pê kir welatî matmayî hiştin. Fikar heye ku berfa di roja dawî ya adarê de barî, bandoreke neyînî li berheman bike.