Ji Hîlala Zêrîn strana `Jin im jiyan im` 2023-03-29 18:19:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Hîlal Zêrîn ya Herêma Efrînê bi navê "Jin im jiyan im" klîbek çêkir ku girêdana jinan a bi xwezayê re rave dike.   Stran ji aliyên rêveberiya Koma Şehîd Hêva ya Hîlal Zêrîn Zîlan Sîdo ve hatiye çêkirin. Her wiha derhênera klîbê jî Şêrîn Xelîl e. Zîlan Hesen destnîşan kir ku stran girêdana jinan a bi xwezayê re û berxwedana wan a di jiyanê de rave dike. Zîlan da zanîn ku stran dê li telefizyonê û malparan were weşandin û eşkere kir ku vê stranê diyarî tevahî jinên azadîxwaz dike.