Bertek nîşanî dorpêça li Galatasarayê ya tevî biryara AYM’ê didome dan 2023-03-29 16:17:13   STENBOL - Mirovên Şemiyê biryara “binpêkirinê” ya Dadgeha Destûra Bingehîn a li dijî astengkirina çalakiya wan a li Qada Galatasarayê daye bi bîr xistin û bertek nîşanî dorpêça tevî biryarê didome dan.    Dayikên Şemiyê li dijî astengkirina çalakiya wan a piştî hefteya 700’an serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) dabû. AYM’ê li dijî astengkirinê biryara “binpêkirina maf” dabû. Dayikan têkildarî biryara AYM’ê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê daxuyaniyê dan çapemeniyê. Dayikên/Mirovên Şemiyê û gelek parazvanên mafên mirovan tev li civînê bûn. Di civînê de pankarta “Galatasaray a me ye, Galatasaray a me hemûyan e. Em dest jê bernadin” hate vekirin. Metna çapemeniyê ji aliyê keça Fehmî Tosûn ê di sala 1995’an de ji aliyê polîsan ve di bin çavan de hate windarkirin Besna Tosûn ve hate xwendin.    Tosûn, diyar kir ku qedexeya çalakiya wan a li Qada Galatasarayê ya ji hefteya 700’an ve li dijî hiqûq û makeqanûnê ye û wiha got: “Me ji roja destpêkê got ku ev qedexe li dijî hiqûqa gerdûnî û makeqanûnê ye. Me bi van îdiayan serî li meqamên darazê dan. Heta biryara AYM’ê ya di 23’yê sibata 2023’yan ev daxwazên me yên mafdar hatin paşguhkirin.”   ‘MAKEQANÛN TÊ BINPÊKIRIN’    Tosûn a xala 153’yemîn a Makeqanûnê ya “Biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn teqez in” bi bîr xist wiha berdewam kir: “Israrkirina qedexeya Galatasarayê ya îdareyê ya piştî biryara AYM’ê, tê wateya binpêkirina Makeqanûnê.”   ‘BILA DORPÊÇ BÊ RAKIRIN’    Tosûn, diyar kir ku ji bo sazî û dezgehên têkildar li gorî biryara AYM’ê tevbigerin wê weke Malbatên Windakiriyan ji sibê ve bikevin nava hewldanan û xwest ku qedexeya keyfî bê bidawîkirin. Tosûn, bang kir ku dorpêça li Qada Galatasarayê bê rakirin.    Endama Komîsyona Li Dijî Windakiriyên Di bin çavan De Masîde Ocak a piştî Tosûn axivî jî anî ziman ku bi dorpêçkirina Qada Galatasarayê sûc tê kirin û ev tişt got: “Biryara qedexeyê ne tenê binpêkirineke di heman demê de tomarkirina binpêkirinên mafan a me digotin e. Yên ku ji hefteya 700’emîn ve rewabûna me nîqaş dikin, bila bizanibin ku kes nikare zerare bide rewabûna me.”