Partiya Çep a Kesk dê Beyannameya Hilbijartinê eşkere bike 2023-03-29 16:03:52 ENQERE - Partiya Çep a Kesk dê sibe Beyannameya Hilbijartinê eşkere bike. Her wiha dê dirûşm û strana hilbijartinê jî ragihîne.    Partiya Çep a Kesk ku dê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li ser lîsteyên wê bikeve hilbijartinê, sibe dê Beyannameya Hilbijartinê eşkere bike. Beyanname dê sibe li hotêleke Enqereyê bê ragihandin. Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sancar jî dê tev li bibin û biaxivin. Tê payîn ku hevserokên giştî vebêjin bê ka çima dê ji lîsteyên Partiya Çep a Kesk bikevin hilbijartinê.    Beyanname dê ji hêla Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin ve bê eşkerekirin. Piştî eşkerekirina beyannameyê dê dirûşm bê ragihandin. Di heman demê de strana bi zimanên kurdî û tirkî ya hilbijartinê jî dê were danasandin.