EMEP, wê ji lîsteya Partiya Çep a Kesk bikeve hilbijartinê 2023-03-29 14:46:01   ENQERE - EMEP a di nav Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digire ji bo deng neyên windakirin biryar girt ku ji lîsteya Partiya Çep a Kesk bikeve hilbijartinê.    Stratejiya Tifaqa Ked û Azadiyê ku biryara xwe ya wê di hilbijartina Serokkomariyê de namzet nîşan nede aşkere kir a têkildarî hilbijartinên giştî diyar dibe. Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Pêşeroja Çep a Keskan (Partiya Çep a Kesk), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), Partiya Tevgera Kedê (EHP) û Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF) ku di nav Tifaqa Ked û Azadiyê de cih digirin, piştî ku di hilbijartinên serokkomariyê de helwestên xwe eşkere kirin, di 24’ê adarê de li hev kirin. Di hilbijartina ku wê di bin banê Tifaqa Ked û Azadiyê bikevinê de HDP, TOP, EHP û SMF’ê biryar dabûn ku ji lîsteya Partiya Çep a Kesk bikevine hilbijartinê. TÎP û EMEP’ê jî biryar girtibûn ku bi logoyên xwe bikevin hilbijartinê û protokola hilbijartinê di heman rojê de pêşkeşî Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) kiribûn.    EMEP’a armanc dikir ku di bin banê tifaqê de bi logoya xwe bikeve hilbijartinê ji bo HDP deng û parlamenteran winda neke pêşniyara ketina yek lîsteyê di ber çavan re derbas kir. EMEP’ê pêşniyara HDP’ê li ber çavan girt û biryar da ku ji lîsteya Partiya Çep a Kesk bikeve hilbijartinê. EMEP’ê ev biryara xwe ji tifaqê re ragihand.