Kesên xizmên xwe winda kirin çûn ziyareta gora Jîna Emînî 2023-03-29 14:00:26   NAVENDA NÛÇEYAN - Xizmên kesên di berxwedana “Jin, jiyan, azadî” ya li Rojhilat û Îranê de jiyana xwe ji dest dayîn, çûn serdana gora Jîna Emînî.    Tevî zexta rejîma Îranê jî serhildana “Jin, jiyan, azadî” ya li bajarên rojhilatê Kurdistanê û Îranê berdewam e. Mamoste û xwendekaran li gelek bajaran ji bo mafên xwe çalakî li dar xistin.    ÇÛN SERDANA GORA JÎNA EMÎNÎ   Xizmên kesên di serhildan û berxwedana “Jin, jiyan, azadî” de jiyana xwe ji dest dayîn û kesên azadîxwaz, çûn serdana gora Jîna Emînî ya li Goristana Ayçî ya li bajarê Seqizê. Malbata Simko Mewlûdî ku di çalakiyên Mahabadê de jiyana xwe ji dest dabû, çû serdana gora Emînî û kesên di çalakiyan de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.    GIRÊDANA DERSOKÊ YA BI DARÊ ZORÊ PROTESTO KIRIN   Tevî ku rejîma Îranê ji bo girêdana dersokê ya bi darê zorê zextên giran dike jî, hejmara jinên ku li qadên cemaweriyê bêdersok digerin roj bi roj zêdetir dibe. Gelek jinên ku li dijî biryara ferzkirina dersokê derketin, di pîrozbahiyên Newrozê de wêneyên xwe yên bêdersok kişandin û li ser hesabên xwe parve kirin.    Hinek partiyên di parlamentoya Îranê de ji bo çarçoveya girêdana dersokê ya bi darê zorê were berfirehtirkirin pêşniyarqanûn pêşkeş kiribûn û ev qanûn jî hate protestokirin. Li gorî pêşniyarqanûnê, dê li kesên qanûne binpê dikin di navbera 500 hezar û 3 milyar tumenan de ceza were birîn.    Rojnamegerê îranî Muhammed Aqazade têkildarî mijarê li ser hesaba xwe ya Twîtterê ev peyam parve kir: “Gelo hûn di nava hikûmeta xwe de tiştekî çawa nîşan didin? Bedela kuştina mirovekî li gel we 900 milyon tumen e lê bedela xuyakirina sê mûyên pora jinekê 3 milyar tumen e?”