Dewleta tirk bi çekên kîmyewî êriş kir 2023-03-29 13:41:27 NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî biryara bêçalakiyê ya KCK’ê jî êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. HPG’ê da zanîn ku dewleta tirk li dijî hêzên wan çekên kîmyewî bi kar anîne.    Li gel biryara bêçalakiyê ya Konseya Rêveber a KCK’ê jî êrişên dewleta tirk ên li dijî qadên HPG/YJA Starê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê bênavber didomin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); HPG’ê ragihand ku dewleta tirk di 28’ê adarê de qada Sîdayê bi çekên kîmyewî bombebaran kir.    Bi domdarî HPG’ê destnîşan kir ku artêşa tirk di 27 û 28'ê adarê de Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî, Girê Çarçêl ê Metînayê û Geliyê Balinda yê Zapê 4 caran bi balafiran bombebaran kir. Bi domdarî HPG’ê ev agahî parve kirin: “Artêşa tirk di 28 û 29'ê adarê de çeperên me yên berxwedanê yên li Girê Cûdî, Girê FM, qadên Çemço û Sîdayê 15 caran bi obus, tank û çekên giran bombebaran kir.”    Hêjayî bibîrxistinê ye ku Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik piştî erdhejên Mereşê yên di 6’ê sibatê de biryara bêçalakitiyê ragihandibû. Di heman demê de Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat jî şevê din bo Medya Habarê axivî û da zanîn ku wan biryara xwe ya bêçalakitiyê heta piştî hilbijartinê dirêj kirine. Tevî biryarê jî êrişên dewleta tirk bênavber didomin.