Li ber şaredariya AKP'î xwe û hevjîna xwe şewitand 2023-03-28 21:13:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Welatiyekî ji ber nelihevkirina li ser rê ya bi Şaredariya AKP'î ya Yahyali ya Kayseriyê, li ber şaredariyê xwe û hevjîna xwe şewitand.    Li navçeya Yahyali ya Kayseriyê Mesût D. (44) ji ber nelihevkirina li ser rê ya bi şaredariyê re, xwe û hevjîna xwe Kevser D. (36) şewitand.    Mesût D. ji ber ku wî û şaredariya li ser rêya li Taxa Kocahaciliyê li hev nekir, ew û hevjîna xwe Kevser D. û zaroka xwe ya navê wê nehat hînkirin çû ber şaredariyê. Mesûd D. ku bertek nîşanî rayedarên şaredariyê de, xwe û hevjîna xwe şewitand. Kesên li derdorê agir tefandin. Her wiha polîsekî ku mudaxileyî agir kir jî birîndar bû. Tenduristkarên hatin cihê bûyerê birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Yahyaliyê. Hat diyarkirin ku hin deverên laşê Mesût D. û hevjîna wî Kevser D. şewitiye û rewşa karkerên şaredariyê jî baş e.