Maseya Fikrê bû mêvanê sifreya fitarê ya malbata Şenyaşarê 2023-03-28 19:27:34   RIHA - Malbata Şenyaşarê ku li ber Edliyeya Rihayê Nobeda Edaletê digire, fitariya xwe li vir kir. Îro Maseya Fikrê serdana nobeda malbatê kir û bi hev re fitirîn.    Xizm û parazvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Pirsûs a Rihayê êrişî Malbata Şenyaşar kiribûn. Di encama êrişê de hevjînê Emîne Şenyaşarê û du kurên wê hatibûn qetilkirin. Li ser vê yekê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9’ê Adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya Malbata Şenyaşarê di roja 736’an de berdewam dike.   Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar çalakiya xwe heya wextê fitarê domandin. Maseya Fikrê jî serdana Nobeda Edaletê ya malbata Şenyaşarê kir û li vir bi hev re fitirîn.    Ferît Şenyaşar ku di fitariyê de axivî ji bo serdanê spasiya Maseya Fikrê kir û got ku ya ku wan li ser pêyan dihele piştgiriyê û heta edalet pêk neyê wê çalakiya wan berdewam bike.