Tanriverdî piştî 30 salan ji girtîgehê derket 2023-03-28 19:01:58   AMED - Ramazan Tanriverdî ku piştî 30 sal û 6 mehan ji Girtîgeha Amedê derket, li ber girtîgehê bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin.    Ramazan Tanriverdî ku di Girtîgeha Amedê ya Hejmara 1'ê de bû, piştî 30 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket.   Tanriverdî, di 1992'yan de li Bismila Amedê hatiye binçavkirin û paşê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) bi îdiaya "xerakirian yekîtî û yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê (36 sal) lê biriye. Tanriverdî di 28'ê Cotmeha 2022'yan de ji çar payên cezayê xwe 3 pay qedandine, lê bi hiceta cezayê dîsîplînê berdana wî 6 mehan hatiye talqokirin. Tanriverdî piştî 6 meh cezayê xwe temam kir, hat berdan.    TÛHAY-DER a Şaxa Amedê, MED-TÛHAD-FED, Hevşaredarên Bismilê Gulşen Ozer û Orhan Ayaz ku ji peywirê hatibûn girtin, rêveberên DBP û HDP'a Bismilê û gelek welatî Tanriverdî li ber girtîgehê bi çepik ût ilîliyan pêşwazî kirin.    Tanriverdî tevî kesên hatin ew pêşwazî kirin ber bi Bismilê ve bi rê ket.