Doza belgefîlma Bakur hate taloqkirin 2023-03-28 15:46:04   ÊLIH - Bi sedema belgefîlma Bakur, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz li rojnameger Ertûgrûl Mavîoglû û derhenêr Çayan Demîrel hatibû vekirin. Danişîna dozê hate taloqkirin.    Bi sedema belgefîlma “Bakur”, bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” doz li rojnameger Ertûgrûl Mavîoglû û derhêner Çayan Demîrel hatibû vekirin. 4’emîn danişîna dozê li 2’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Êlihê hate lidarxistin.    Demîrel û Mavîoglû ku ji danişînan hatine warestekirin û parêzerên hincet nîşan dayîn tev li danişînê nebûn. Serokê Baroya Êlihê parêzer Erkan Şenses di danişînê de amade bû. Balkêş e ku 2 polîsên sivîl jî didoz dişopand.    Danişîn, bi xwendina ewraqên li dosyayê hatine zêdekirin dest pê kir. Piştre jî dozger xwest ku aqûbeta muzekkereya ji 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind re hatiye nivîsandin were pirsîn û tevdîra qedexeya derketina derveyî welat a Mavîoglû berdewam bike.    DOZA OZGUR GUNDEMÊ   Piştre jî parêzerên Mavîoglû û Şenses axivî û xwest ku biryara qedexeya derketina derve ya ji bo Mavîoglû were betalkirin û kêmaniyên di dosyayê de bên temamkirin.    DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN   Dadgehê biryara xwe da û got ku xwe li benda muzekkereya ji bo encama doza Mavîoglû ya li Dadgeha Bilind bigirin û tevdîra qedexeya derketina derve ya ji bo Mavîoglû bidome.  Doz taloqî 20’ê hezîranê hate kirin.