Tevî biryara bêçalaktiyê jî dewleta tirk êrişên xwe didomîne 2023-03-28 15:26:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Tevî biryara bêçalakitiyê ya KCK’ê jî dewleta tirk êrişên xwe didomîne. HPG’ê ragihand ku dewleta tirk 19 caran êriş birine ser hêzên wan.     Tevî biryara bêçalakitiyê ya KCK’ê jî êrişên dewleta tirk ên li dijî qadên HPG’ê yên li Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF); dewleta tirk di 27’ê adarê saet di 13.00 û 14.00’an de êrişî qada Sîda ya Herêma Zapê kir.    Hat ragihandin ku dewleta tirk di heman rojê de 17 caran bi çekên giran êrişî Qada Berxwedanê ya Girê FM û herêmên Çemço û Sîda’yê kir.    Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik piştî erdhejên Mereşê yên di 6’ê sibatê de biryara bêçalakitiyê ragihandibû. Di heman demê de Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat şevê din bo Medya Habarê axivî û da zanîn ku wan biryara xwe ya bêçalakitiyê heta piştî hilbijartinê dirêj kirine.