Komîsyona Lihevkirinê ya Partiya Çep a Kesk û HDP’ê civiyan 2023-03-28 15:24:32   ENQERE - Komîsyona Lihevkirinê ya Namzetan a Partiya Çep a Kesk û HDP’ê biryar dan ku distura du serdeman neguhere. Komîsyona ku biryar da ji girtîgehan namzetan nîşan nedin, nirxandina navên ku ji bo wan qedexeya siyasî tê xwestin ji civîneke din re hişt.   Komîsyona Lihevhatina Namzetan ku ji bo diyarkirina namzetên Partiya Pêşeroja Çep û Keskan (Partiya Çep a Kesk) û Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di hilbijartinên giştî de hatin cemhev, civîna xwe ya yekemîn li dar xist.    DÊ DISTÛRA DU SERDEMAN NEGUHERE   Li gorî agahiyên ji çavkaniyên partiyê hatin bidestxistin, wê di hilbijartina giştî de distûra du serdeman neguhere. Lê belê tê payîn ku hin navên du serdeman parlamenterî kirine, dê ji navendên ku rêjeyeke bilind a dengan lê ye û heta niha parlamenter jê derneketine, bên nîşandan.    DÊ JI GIRTÎGEHAN NAMZET NEYÊN NÎŞANDAN   Bi sedan endam û rêveberên HDP’ê girtî ne. Di encama nîqaşên di komîsyonê de hatin kirin de biryara ku ji girtîgehan namzetan nîşan nedin hate wergirtin. Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven tevî ku di Hilbijartinên Giştî yên 2018’an de ji Colemêrgê parlamenter hate hilbijartin jî demekî dirêj nehatibû berdan. HDP û Partiya Çep a Kesk ku gelek girîngiyê dide hilbijartinan, biryar da ku li dijî lîstikên desthilatê wê ji girtîgehan namzetan nîşan nedin.    NAVÊN KU JI WAN RE QEDEXEYA SIYASÎ TÊ XWESTIN    Komîsyona Lihevkirinê nirxandina 451 kesên ku di çarçoveya doza girtinê ya li Dadgeha Destûra Bingehîn berdewam dike de ji wan re qedexeya siyasî tê xwestin taloqî civîneke din kir.    Komîsyona Lihevkirinê ku xebatên xwe yên diyarkirina namzetan didomîne, wê di vê çarçoveyê de ji gelek navan re teklîfa namzetiyê bibe.    MA / Ozgur Paksoy