Hewldana ji bo Roboskê Edalet daxwaza edaletê kir 2023-03-28 15:20:26   ENQERE - Hewldana ji bo Roboskê Edalet diyar kir ku divê dewlet û mirovatî bi rabûrdiya xwe re hevrû bibin û wiha got: “Ev 135 meh in em êşê dikişînin. Daxwaza me edalet e.”    Di 28’ê Kanûna sala 2011’an de di encama bombebarana balafirên dewleta tirk de li gundê Roboskê yê Qileban a Şirnexê 19 jê zarok bi giştî 34 sivîl hatibûn qetilkirin. Hewldana ji bo Roboskê Edalet di meha 135’an de li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila kujer bên dîtin, ji bo Roboskeke din na” hatibû vekirin. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Fatin Kanat di daxuyaniyê de axivî.    ‘ÊŞEKE KU 135 MEH IN DIDOME’   Kanat, da zanîn ku ji roja qetilkirina 19 jê zarok bi giştî 34 sivîlan heta n iha 11 sal derbas bûne û wiha got: “Ev êş, 135 meh in bênavber didome. Gundek, gelek, civakek, welatek bi hev re li edaletê digere... Ji wê şevê heta niha, ev 587 hefte ne hiqûq winda ye, edalet qaçax e, hemû kes bêdeng e... Bi ser komkujiyê re 4108 roj derbas bûn lê hêj jî edalet tune ye. Meclisê komîsyon ava kir û veşart, darazê jî parast. Çi dibe bila bibe em ê ji bo edaletê dîsa jî dengê xwer derxînin. Lê di nava 11 salan de hêj jî berpirsyar nehatine darizandin û edalet pêk nehat.”   ‘DIVÊ DEWLET HEVRÛ BIBE’   Kanat, axaftina xwe wiha qedand: “Divê mirovatî û dewlet bi rabûrdiya xwe re hevrû bibin û bo xwe jê dersan bigirin. Divê pêşeroja xwe li ser vê yekê ava bike. Mafê jiyanê, mafê herîn bingehîn e. Roboskê, ezmûna dewlet û îktîdarê ye. Rêya ‘aştî û edaletê’ ya vî welatî ji ewil ji Roboskê re derbas dibe. Şerma vê xakê, birîna nekewiyayî û lêgerîna edaletê ye. Heta êşê jî ji xwe şerm kir lê dewletê ji xwe şerm nekir. Heta ku berpirsyar hesabê nedin jî mimkin nîne ku qala hevhelalkirin û edaletê bikin. Me ji bîr nekir, em ê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin.”