Platforma Parastina Bajêr: Li dijî tiryak û fihûşê bi awayekî hevkar têbikoşin 2023-03-28 14:57:13   AMED - Platforma Piştevaniyê û Parastina Bajêr a Amedê têkildarî tiryak û fihûş a li bajar zêde bûne daxuyaniyek da û wiha got: “Em dixwazin bi bîr bixin ku ji bo parastina ciwanan û binesaziya me ya civakî berpirsyariyeke dîrokî dikeve li ser milê hemû kes û saziyan. Divê bi awayekî hevkar têbikoşin”   Platforma Piştevaniyê û Parastina Bajêr a Amedê bi mijara “Em ê Destûrê Nedin Tiryak û Fihûşê” li Şaxa Egîtîm Sen a Amedê ya hejmara 1’an civîneke çapemeniyê li dar xist. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê Destûrê Nedin Tiryak û Fihûşê” hate vekirin. Di daxuyaniyê de li ser navê platformê Seroka Odeya Bijîşkan a Amedê Elîf Tûran metna daxuyaniyê xwend.    Tûran destnişan kir ku di salên dawî de rewşa ciwanan her diçe xerab dibe. Tûran, anî ziman ku kesên temenê wan gelek biçûkin dest bi bikaranîna tiryakê kirine û wiha axivî: “Di salên dawî de wekî bajarên din li bajarên me jî mixabin tiryak û fihûş tê kirin û gelek zêde bûye. Bi taybetî jî bandoreke zêde li ser ciwanan dike û bi temenê biçûk dest pê dikin. Bikaranîna van madeyan jî wan têxe bin bandora xwe û wekî daîmî bikar tînin. Di heman demê de jî wan radestî nava fihûşê jî dikin, fihûşê bi jinan û zarokan didin kirin û rastî her cure gefa tundiyê, windakirin û kuştinê tên. Li parkan, dibistanan, eywanên xweşikbûnê, li plazayan û salonên masajan wan radestên nava fihûşên dikin.”    BANGA BERPIRSYARTIYÊ LI SAZIYÊN EDLÎ KIR   Tûran, ji bo bi van şebekeyên li bajêr belavbûna re têkoşîneke encamgir bimeşînin banga berpirsyartiyê li saziyên edlî û îdarî kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir:  “Bi taybetî divê şaredariya ruxsetan dide kargehên bi navên cuda li plazayên luks hatine vekirin û ji derveyî armanca xwe dixebitin, kontrol bike û ruxsetên wan betal bike. Her wiha divê saziyên cemaweriyê yên van kargehan kontrol nakin û çavên xwe lê digirin divê ji vê bêexlakiyê re bêjin bes e. Li dijî tiryak û fihûşa hewl tê dayîn li bajarê me were belavkirin em bang li saziyên cemaweriyê, rêxistinên sivîl ên civakî û gelê xwe yê hestiyar dikin ku bi awayekî hevkar têbikoşin. Em dixwazin bi bîr bixin ku ji bo parastina ciwanan û binesaziya me ya civakî berpirsyariyeke dîrokî dikeve li ser milê hemû kes û saziyan.”