Ji kiryarên malbata Şenyaşarê Yildiz 5 salan rastî tu astengiyan nehatiye 2023-03-26 09:19:31 RIHA - Ji kiryarên malbata Şenyaşarê ;brahîm Yildiz di 16'ê Adarê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Ji parêzerên malbata Şenyaşarê Halîl Oyke anî ziman ku Yildiz ku dihat gotin 5 sal in firar e, bêyî ku bi zor û zehmtiyekê re rû bi rû bimîne jiyana xwe domandiye û got ku ev yek jî nîşana polîtikayên bêcezakirinê û nepêkanîna lêpirsîneke bibandor e.    Xizm û parêzvanên Parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz di 14’ê Hezîrana 2018’an de li navçeya Rihayê Pirsûsê êrişî dikana Malbata Şenyaşarê kiribûn û di encama êrişê de ji malbatê Celal, Adil, Ferît, Fadil û Mehmet Şenyaşar birîndar kiribûn. Gava ferdên malbata Şenyaşarê rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê, êrişa parêzvan û xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz li vir jî dewam kiribû û li vir bav Hecî Esvet Şenyaşar û zarokên wî Adil û Celal Şenyaşar qetil kiribûn. Ji malbata Şenşayarê Fadil Şenyaşar jî hatibû girtin. Bi dîmenan jî hatibû belgekirin ku Îbrahîm Yildiz di dikanê de erişî malbata Şenyaşar kiriye û gulê berdaye Celal û Adil Şenyaşar. Yildiz ku 5 sal in der barê wî de biryara girtinê hebû lê nedihat "dîtin" di 16'ê Adarê de li nexweşxaneyeke taybet dema ji mîdeya xwe emeliyat dibe dimire. Piştî mirina Yildiz derket holê ku ew bi xwarziya parlamenterê AKP'i Îbrahîm Yildiz re zewiciye û zarokên wî jî çêbûne.    Ji parêzerên malbata Şenyaşarê Hevserokê Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Rihayê Îbrahîm Halîl Oyke der barê mijarê de ji Ajansa me re axivî û anî ziman ku ji ber nebûna lêpirsîneke bibandor Yildizê 5 salan firar maye nehatiye dîtin û zevtkirin.    BI TU ASTENGIYAN RE RÛ BI RÛ NEMAYE   Oyke bibîr xist ku ji ber rewşa Yildiz a firarî dosye ji ya sereke hatiye veqetandin û wekî dosyayeke cuda esas hatiye girtin û ji ber biryara girtinê ya Yildiz di dosyeyê de tu tevdîr nehatine girtin. Oyke îşaret pê kir ku çendî Yildiz firar bûye jî zewiciye û zarokên wî çêbûne û got: "5 sal in kesê ku der barê wî de biryara girtinê heye jiyana xwe bi awayekî asayî berdewam kiriye. Tevî biryara girtine jî tu astengî nedîtiye û zewiciye, zarokekên wî jî çêbûne. Herî dawî dema li nexweşxaneyê ji ber mîdeya xwe emeliyat bûye û jiyana xwe ji dest daye."   POLÎTIKAYÊN BÊCEZAKIRINÊ   Oyke anî ziman ku negirtina Yildiz yek ji encama polîtîkaya bêcezakirinê ye û wiha got: "Tişta herî girîng li vir ew e ku tevî ku sûcê giran kiriye jî nehatiye girtin. Em li vir polîtîkayên bêcezakirinê yên ku di tevahiya dosyeyê de dibînin. Ev, bi vê yekê careke din eşkera bû. Tê xuyakirin ku Yildiz bi salan hatiye parastin û jiyana xwe bi awayekî asayî domandiye. Bi nasnameyên cuda jiyana xwe ya asayî domandiye, pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê çareser kiriye. Yanî rastî tu pirsgirêk û astengiyan nehatiye."   'LÊPIRSÎNEK BIBANDOR NEHATIYE KIRINE'   Oyke diyar kir ku di dosyeya malbata Şenyaşarê de lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin û wiha pê dê çû: "Dema em li hemû dosyeyê dinêrin, em dibînin ku polîtîkaya bêcezakirinê di tevahiya dosyeyê de heye. Di dosyeyê de îfadeyên kiryaran di dawiya sala 4'an de hatin girtin û kiryar jatin binçavkirin. Yildizê ku bi awayekî asayî li nexweşxaneyê tedawî bûye mînaka herî şenber e ku di dosyeyê de lêpirsîneke bibandor nehatiye kirin. Her wiha tê texmînkirin ku tevî biryara girtinê jî ev 5 sal in li bajarên cuda bi nasnameyên cuda jiyaye û ev yek jî dide xuyakirin ku ev kes bi tu awayî bandor li wî nehatiye kirin û jiyaneke asayî domandiye. Di dosyeyê de nîşaneya herî eşkere ku hem hêzên hiqûqî hem jî dozgeriyê lêpirsîneke bi bandor nameşînin."   'ALÎKARIYA WÎ KIRINE'   Oyke dest nîşan kir ku kesên alîkariya Yildiz kirine jî hene û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Yildiz bi nasnameyên sixte li bajarên cuda jiyaye. Diyar e ku nasname jê re hatiye çêkirin. Ev jî nîşan dide ku alîkariya wî hatiye kirin. Her wiha diyar e ku di dema revê de kesên ku alîkariya wî kirine jî hene. Ji ber ku lêpirsîneke bi bandor nehatiye kirin, wî kesî hewce nedidît ku bi tu awayî xwe veşêre. Tu zehmetî nekişandine. Her tim alîkariya wî hatiye kirin."   MA / Mahmût Altintaş