Konteyner nedan mexdûrê erdhejê ku 7 caran emeliyat bûye 2023-03-26 09:06:39 MEREŞ - Îsmaîl Goçekê ku di erdhejê de 2 lingên wî di bin kavilan de man û ji ber vê 7 caran emeliyat bûye, diyar kir ku kon ji bo tenduristiya wî nebaş e û doza konteynerê kir.    Tevî ku 49 roj di ser erdhejên Mereşê re derbas bûne jî, gelek mexdûrên erdhejê ji ber pirsgirêkên paqiyê nexweş dikevin. Bi taybetî jî extiyar, astengdar û kesên nexweşiyên wan ên kronîk hene, diyar dikin ku di konan de pirsgirêka paqijiyê heyee û konteyneran dixwazin. Lê serlêdanên wan ên ji bo konteyneran bi erênî nayên bersivandin.    Îsmaîl Goçekê ku li Taxa Şahîntepeyê ya Bazarcixê di bin kavilan de ma û ji ber vê 7 caran ji lingên xwe emeliyat bûye, ji bo enfeksiyonê negire konteynerê dixwaze.    Goçek diyar kir ku di erdhejê de banê xanî bi ser nigên wî de ketine û piştî 5 saetan malbata wî û cîranên wan ew ji bin kavilan derxistine û got ku dewlet bi tu awayî bi hawariya wan de nehatiye. Goçek destnîşan kir ku piştî ji bin kavilan hatiye derxistin ew rakirine nexweşxaneyê û heta niha 7 caran emeliyat bûye û niha di çûnhatinê de zehmetiyê dikişîne.    Goçek destnîşan kir ku kon ji bo tenduristiya wî nebaşe û got ku gava baran dibare kon di bin avê de dimîne. Goçek da zanîn ku ji bo konteynerê serî li qeymeqamtî û şaredariyê daye, lê kes pê re eleqedar nebûye û got: “Em diçin qeymeqamtiyê, dibêjin ‘bi rêya e-devletê' serlêdanê bikin. Em ji di e-devlet'ê de dikin, dibêjin 'werin vir.' Em nizanin em ê çi bikin. Ger konteynerekê bidin wê ji vê baştir be. Tekane daxwaza me ev bû, lê mixabin nebû."    MA / Rukîye Adiguzel