Li Islahiyeyê metirsiya lehî û hezazê 2023-03-26 09:05:52 DÎLOK - Li taxên Koklû û Îdîlliyê yên navçeya Islahiyeyê ku ji ber erdhejê rêyên wan hatine girtin, bi metirsiya lehî û hezazê re rû bi rû ne.   Rêyên gundên Koklu û Îdîlliyê yên navçeya Islahiye ya Dîlokê, ji ber hezazê ku piştî erdhejê çêbû û zinarên ji çiyê ketine girtî ne. Ji ber ku pêşiya robarê di nava du çiyayan de, ava kom bûye jî veguheriye golekê. Bi girtina rêyan mexdûriyeta welatiyan zêde bûye û bi xwe re metirsiya lehiyê jî dide der.    Şêniyên Koklû û Îdîlliyê ku piraniya wan di erdhejê de hilweşiyan, gava ji bo lazmatiyên xwe diçin bajêr, ji bêgavî di çiyê re diçin. Şêniyên taxê bertek nîşanî venekirina rê da ku metirsiya wê ya lehiyê û hezazê heye. Ji gundê Koklûyê Okkeş Kaplan diyar kir ku di erdhejê de ziyanên canî û madî zêde bûne. Kaplan anî ziman ku jiyan ber bi qedandinê ve çûye û wiha got: “Rêya me ya bajêr 7 kîlometre bû. Lê belê ji ber erdhejê rê hate girtin. Çiya hatin cem hev, kevir ketin. Em niha rêya çiyê bi kar tînin. Zêdetirî 45 roj di ser erdhejê re derbas bûne, lê hê jî rê nehatine vekirin. Ji şaredariyê hatin, ji cihên din peywirdar hatin, me daxwaz kir ku rêyên me bên vekirin, lê venekirin. Rêya ku berê 5 deqeyan diajot, niha 45 deqeyan diajo. Em nikarin têkevin malên xwe, em bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû man. Lê em bi taybetî dixwazin ev rê bê vekirin."   Kaplan diyar kir ku beriya erdhejê robar di ber rê re derbas dibû, lê piştî rê hatiye girtin li gundên jêr metirsiya lehiyê rû daye û di dawiyê de ev tişt gotin: “Niha av li vir kom dibe. Kevir dikevin. 15 roj in kes nehatiye li halê me nepirsiye. Bi baranê re gundên din bi metirsiya lehiyê re rû bi rû dimînin. Ji bo ev neqewimin, em dixwazin rêya me bê vekirin."    MA / Delal Akyuz