ROJEVA 26’Ê ADARA 2023’YAN 2023-03-26 09:00:15   * Nivîskar Mehmet Altan diyar kir ku Tifaqa Ked û Azadiyê bi nenîşandana namzetiya ji bo hilbijartinên serokkomariyê berpirsyariyeke dîrokî hilgirtiye ser xwe û got: "Yekane şertê xelasiya Tirkiyeyê ya ji vê dojehê, bi demokrasiyê tacîkirina komarê ye."   * Li taxên Koklû û Îdîlliyê yên navçeya Islahiyeyê ku ji ber erdhejê rêyên wan hatine girtin, bi metirsiya lehî û hezazê re rû bi rû ne.   * Jinan bertek nîşanî girtinên li Îzmîrê dan û gotin ku tu kes nikare pêşî li ber têkoşîna wan bigire û dê têkoşîna xwe bidomînin.    * Kavilên avahiyan ên Meletiyê li Sîteya Fîdancilar, Goristana Bajar, Sîteya Galerîcîler, Kompleksa Halê û Borsaya Bazirganiya Mişmişan a Cîhanê yên li navenda bajar tên valakirin.    * Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal diyar kir ku tevî giştînameya Wezareta Dadê jî girtiyên siyasî yên nexweş nayên berdan û wiha got: “Ji ber nasnameya wan a muxalîf, hewl didin tolê jê hilînin.”    * Îsmaîl Goçekê ku di erdhejê de 2 lingên wî di bin kavilan de man û ji ber vê 7 caran emeliyat bûye, diyar kir ku kon ji bo tenduristiya wî nebaş e û doza konteynerê kir.    * Ji kiryarên malbata Şenyaşarê Îbrahîm Yildiz di 16'ê adarê de li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Ji parêzerên malbata Şenyaşarê Halîl Oyke anî ziman ku Yildiz ku dihat gotin 5 sal in firar e, bêyî ku bi zor û zehmtiyekê re rû bi rû bimîne jiyana xwe domandiye û got ku ev yek jî nîşana polîtîkayên bêcezakirinê û nepêkanîna lêpirsîneke bibandor e.    * Berdevkê Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku Tirkiye ji 2018’an vir ve li Efrînê sûcên şer dike û wiha got: “Dewleta tirk bi destê çeteyan li Efrînê sûcan dike. Tirkiye li Efrînê dewleteke dagirker e. Li dijî vê yekê banga min ji çar aliyên Kurdistanê ev e ku li kêleka gelê Efrînê bisekinin.”   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar dê di roja 735’an de berdewam bike.    * Şaxa ÎHD’a Stenbolê dê li Eywana Abîdîn Dîno ya Mala Çand û Hunerê ya Nazim Hîkmet a Şîşliyê sempozyûma “Li girtîgehan di înfazê de mafê wekhevî û hêviyê” li dar bixe. (11.30-17.00)    * * Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê têkildarî tayînkirina qeyûman li Rêxistina Peyasê daxuyaniyê bide. (14.00)