Kesên ku li Bazîdê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2023-03-25 22:43:36   AGIRÎ- Kesên ku duh li Bazîdê di avaêtina ser malan de hatibûn binçavkirin hatin berdan.    Duh li Taxa Ûlûyolê ya Bazîda Agiriyê polîsan avêtibû ser malbata Ergulê. Berîtan Ergul, Gulcan Ergul, Serhat Ergul, Leyla Ergul û Harûn Rojhat Ergulê ku hatibûn binçavkirin, piştî îfadeyê hatin berdan. Li gor agahiyên bi dest ketin ji ferdên malbatê der barê Botan Ergul de jî biryara binçavkirinê hatiye girtin.