Înfaza Dayika Aştiyê Bûlûtê hat şewitandin 2023-03-25 19:44:50   ÎZMÎR - Înfaza Dayika Aştiyê Hanse Bûlûtê bi hinceta "poşmanîtî" qebûl nekiriye hat şewitandin. Berdana Bûlûtê 3 mehan hat taloqkirin.    Înfaza Dayika Aştiyê Hanse Bûlût (66) ku di Girtîgeha Şakranê ya Jinan de ye beriya berdana wê bi 3 rojan hat şewitandin. Înfaza Bûlûtê bi hinceta ku "poşmanîtî" qebûl nekiriye hat şewitandin. Ji ber vê berdana Bûlûtê 3 mehan hat taloqkirin.    Bûlûtê duh telefonî zarokên xwe kiriye û gotiye înfaza wê hatiye şewitandin.    Bûlût di 10'ê Îlona 2021'ê de bi îdiaya "alîkariya rêxistinê" kiriye hatibû girtin û 2 sal ceza lê hatibû birîn.