Li Amedê civîna 'Di siyaseta Tirkiyeyê de kurd û hilbijartin' 2023-03-25 18:38:51   AMED – Prof. Dr. Hamît Bozarslan ku di civîna bi ser navê "Di siyaseta Tirkiyeyê de kurd û hilbijartin" a DÎTAM'ê de axivî, got: "Divê tirk bibînin ku têkoşîna kurdan, perçeyeke têkoşîna azadîbûna tirkan e jî."     Navenda Lêkolînên Civakî ya Dîcleyê (DÎTAM) bi beşdarbûna Prof. Dr. Hamît Bozarslan li navçeya Peyasê ya Amedê li otêlekê bi sernavê "Di siyaseta Tirkiyeyê de kurd û hilbijartin" civînek li dar xist. Serokê DÎTAM'ê Sedat Yûrttaş moderatoriya panelê kir. Her wiha siyasetmedar Ahmet Turk ku axivirekî civînê bû, ji ber tenduristiya xwe tevlî civînê nebû.    Alademîsyen, parêzvanên mafên mirovan, aktivîst û gelek nûnerên rêxistinên civaka sivîl ên bajêr tevlî civînê bûn. Di destpêka civînê de Cîgira Serokê DÎTAM'ê Meral Ozdemîrê axivî. Ozdemîrê bal kişand ser girîngiya hilbijatinên 14'ê Gulanê û got di vê hilbijartinêd e kurd xwedî roleke diyarker in.    Paşê Prof. Dr. Bozaraslan ku bi awayekî onlayn tevlî civînê bû, destnîşan kir ku Tifaqa Milettê ne tifaqeke demokratîk e û got: "CHP, dewama Îttihat û Terakiyê ye. Di bernameya partiyên Maseya Şeşalî de der barê 2 hezar pirsgirêkan de pêşniyazên çareseriyê hene. Lê di nava van de meseleya kurdî tune ye."    Bozaraslan destnîşan kir ku Tirkiye ber bi pêvajoyeke azadîbûnê ve diçe û got: "Ev pêvajoya azadîbûnê çi ye? Tê wateya 'navê min heye, nasnameya min heye.' Ên vê dikin jî kurd in. Di vî warî de gihîştine asteke gelek girîng. Kurd, di mesleeya mafan de hatine merheleyeke gelekî girîng. Tirk dê vê azadîbûnê qebûl bikin an na? Dê dest ji serdestiya tirkîtiyê berdin an na? Tirk, divê ji wê zindana tirsê derkevin. Divê tirk bibînin ku têkoşîna kurdan, perçeyeke têkoşîna azadîbûna tirkan e jî."     Panel bi pirs û bersivan û nirxandinan bi dawî bû.