Partiya Çep a Kesk û HDP xebata kampanya hilbijartinê didin destpêkirin 2023-03-25 16:24:56 ENQERE - Partiya Çep a Kesk û HDP di 30’yê adarê de dê Danezana Hilbijartinê eşkere bike û kampanya hilbijartinê bide destpêkirin.    Partiya Çep a Kesk û Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) di 30’yê adarê de Danezana Hilbijartinê eşkere dikin. Bi îmzeya Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Îbrahîm Akin, Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar vexwendname ji partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û rêxistinên kedê û her wiha ji kesayetên navdar re hat şandin.   Dê şahiya eşkerekirina danezanê ango destpêkirina xebata hilbijartinê li Enqereyê bê lidarxistin û wê bi Danezanê Hilbijartinê re dirûşm û strana hilbijartinê jî bê danasîn.    Partiya Çep a Kesk û Meclisa Jinan a HDP’ê jî dê di 2’yê nîsanê de Danezana Hilbijartinê ya Jinan eşkere bikin.