Êrişkarê ku dadgehê wî berdabû dîsa êrişî HDP’ê kir 2023-03-25 15:36:50   STENBOL - Mehmet Beyazit ê êrişî avahiya HDP’a Stenbolê kiribû û hatibû berdan, îro serê sibehê çû ber avahiya HDP’ê û bi boyaxa sprey dîwar û deriyê avahiyê boyax kir.    Mehmet Beyazit di 21’ê sibatê de êrişî avahiya Rêxistina Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) a Stenbolê kiribû. Beyazit ê hatibû binçavkirin di 22’yê sibatê de ji aliyê dadgehê ve hatibû berdan. Heman kes vê sibehê dîsa çû ber avahiya HDP’ê û dîwar û deriyên avahiya HDP’ê bi boyaxa spî ya spreyê derî û avahî boyax kir. Ev kes ji aliyê kameraya ewlehiyê ya partiyê ve hat qeydkirin û di dîmen de tê dîtin di kêliya kes li wir nîne diçe ber derî û diwar û derî boyax dike. Di dîmen de tê dîtin ev kesê êrişkar kêliyek li kolana avahiya HDP’ê dimîne û piştre ji wir diçe.