Keskîn: Dewlet budçeyê ne ji bo jiyanê ji bo kuştinê xerc dike 2023-03-25 15:00:13   ENQRE - Hevseroka Giştî ya ÎHD’ê Eren Keskîn diyar kir ku erdhej veguherî qetlîam e û dewletê budçeya herî zêde ji bo şer xerc dike.     Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) têkildarî binpêkirinên mafan ên li herêma erdehjê qewimîne raporek amade kir. Rapor li navenda giştî ya ÎHD’ê bi civînek çapemeniyê hat eşkerekirin. Hevserokên ÎHD’ê Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan û rêveberên ÎHD’ê di tev li civînê bûn.    ‘FELAKET VEGUHERÎ QETLÎAMÊ’    Hevserokê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan anî ziman ku felaketa xwezayî veguherî qetlîamê û got: “Heke pergalek otorîter a navendî ku li ser fermana kesekî welatek 95 milyon kes lê dijîn bi rê ve bibe, wê encam jî felaketa li ser felaketê be. Ji bo herêmên erdhejê OHAL hat ragihandin. OHAL nebaş bikar tînin û hewcehî bi OHAL’ê nebû. Du sê rojan dewlet li li hawara xelkê neçû. Mirov terkî mirinê hatin kirin. Em ê ji bo parastina mafê jiyanê hemû deveran bişopînin. Xebatên alîkariyê hatin astengkirin. Îktidarê alîkariya rêxistinên sivîl jî asteng kir.”    ‘BUDÇE JI BO KUŞTINÊ TÊ XERCKIRIN’    Hevseroka ÎHD’ê Eren Keskîn jî destnîşan kir ku dewlet budçeya herî zêde ji bo şer xerc dike û wiha got: “Dewlet ji bo kuştina mirovan xerc dike ne ji bo parastina mirovan. Em nikarin erdhejê tenê bi faleketê pênase bikin. Di heman demê de qetlîamek jî pê re hat. Çimkî gelek mirov şansê wan hebû dê nemirina lê kêlî bi kêlî ber bi mirinê ve hatin şandin. Dewletê kamerayên termal ku ji bo mirov pê bên kuştin nebir herêma erdhejê. Gelek pesnê pergala termal dan lê ev kamera li herêma erdhejê nehatin belavkirin. Heke bihatana belavkirin wê gelek mirov bihatana rizgarkirin.”  Rêveberên ÎHD’ê derbarê binpêkirinên mafan ku li herêma erdhejê qewimîne kurt axivîn.    ÎHD’ê berfirehiya rapora xwe li ser malpera xwe belav kir.