Girtîgeha Mereşê hate valakirin 2023-02-08 14:16:13   ÊLIH - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglûyê ku ji erdhejê zirareke mezin gihiştibûyê dihatin ragirtin sewqî girtîgehên din hatin kirin.    Girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Turkoglûyê ku di erdhejê de zirareke mezin dîtiye dihatin ragirtin, sewqî girtîgehên din hatin kirin. Girtiyên ku malbatên xwe geriyan, diyar kirin ku xesar gelek mezin e û bi erdhejokên ku qet nasekinin re rûbirû dimînin. Malbatên ku bal kişandin girtî ji xetereyeke mezin xilas bûn, anîn ziman ku dixwazin ji zarokên xwe agahiyên bi tendurist bigirin.    Li gorî agahiyên hatin bidestxistin girtî sewqî girtiyên li Aksaray, Enqere û Qeyseriyê hatine kirin.