Ji Şirnexê ji bo Semsûrê alîkarî 2023-02-08 14:05:13   ŞIRNEX - Alîkariyên ku Baroya Şirnexê û Komeleya Duçerxeyan û Xwezayê hatin komkirin, li navenda Semsûrê li mexdûrên erdhejê hatin belavkirin.    Erdhejên ku li Mereşê çêbûn, bandor li Dîlok, Mereş, Amed, Riha, Meletî, OSmaniye, Mêrdînm, Edene, Hatay û Semsûrê kirin. Her diçe hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane zêde dibin û hê jî bi hezaran kes di bin kavilan de ne. Ji bo alîkariya herêma erdhejê gele seferber bû.    Bi pêşengiya Baroya Şirnexê û Komeleya Duçerxeyan û Xwezayê li Şirnex, Silopiya û Cizîrê kampanyaya alîkariyê hat destpêkirin ji bo mexdûrên erdhejê. Alîkariyên ku di çarçoveya kampanyayê de hatin berhevkirin bi TIR'ê ber bi Semsûrê ve hatin şandin. Alîkarî li Kuçeya Milletê ya Taxa Yûnûs Emreyê li gel hat belavkirin.