Rewşa dawî ya Mereş, Semsûr, Meletî û Dîlokê 2023-02-08 14:04:30   NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê, rewşa dawî ya bajarên bandor ji erdheja Mereşê girtin radigihînin.    Erdhejên li Bazarcixa Mereşê ku bi pileya 7,7 û 7,6'an çêbûn, bandor li deh bajaran kirin. Li van bajaran bi hezaran kesên di bin kavilên avahiyan de mane, li benda rizgarkirinê ne. Li bajarên ku tîmên lêgerîn û rizgarkirinê kêm in, gel bi derfetên xwe kesên di bin kavilan de rizgar dikin. Nûçegihaên me ku çûne herêmê, karesata li van bajaran dişopînin.   Azad Altay ji Bazarcixê, Firat Can Arslan ji Meletiyê, Mujdat Can ji Dîlokê, Ahmet Kanbal û Omer Akin jî ji Semsûrê rewşa dawî radigihînin.