Pisporê erdhejê Karabûlût: Berpirsyarê vê komkujiyê desthilat e 2023-02-08 13:56:50   STENBOL - Akademîsyen Savaş Karabûlût ku tabloya bi êş a di erdheja navenda wê Mereşê de derket holê weke “komkujî” nirxand û anî ziman ku hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane ji kesên ku hatine aşkerekirin zêdetir in û berpirsyarê sereke yê tiştên qewimîn desthilat e.   Di erdhejên bi pileyên 7,7 û 7,6 ên li Mereşê çêbûn de bandor li 10 bajaran kir û hejmara mirî û birîndaran her ku diçe zêde dibin. Kesên pispor diyar kirin ku ji ber bergiriyên têrker nehatine wergirtin dê hejmara miriyan zêde bibe. Pisporê Erdhejê û Hîndekarê Beşa Endezyariya Sivîl a Zanîngeha Teknîk a Gebzeyê Savaş Karabûlût da xuyakirin ku ji tabloya piştî erdhejê derket holê hikûmet berpirsyar e.   HIŞYARIYA ERDHEJÊ HATIBÛ KIRIN     Karabûlût, destnîşan kir ku hişyariyên erdheja çêbûyî beriya niha jî hatibûn kirin û desthilat jî di ferqa vê de bû. Karabûlût, bal kişand ku di serî de herêma Marmarayê ji bo hemû herêmên din her cure rapor û planên çalakiyê yên têkildarî erdhejan de hatine amadekirin û wiha got: “Pirsgirêk ev e ku em di pratîkê de nabînin ku çi kirine.” Karabûlût, da zanîn ku di mijara geşedanên diqewimîn ên piştî erdhejê de herîkîna agahiyan nîne û anî ziman ku agahiyên hatine bidestxistin bi rengekî zelal nayê dayîn.    BANGA PLANA ÇALAKIYE YA LEZGÎN    Karabûlût ku da zanîn ku rê û rêbazên divê bi lezgînî werin şopandin rêz kir û anî ziman ku divê planên valakirinê bi lezgînî bikevin meriyetê, alîkariyên bên herêmê bên diyarkirin û li gorî erdhejên ku îhtimal heye di vê kêliyê de li her devera din a welêt rû bidin, plansaziyek bê çêkirin. Karabûlût destnîşan kir ku di qonaxa heyî de bi tîmên lêgerîn û rizgarkirinê bi taybetî jî AFAD’ê re çareseriyek ji vê pirsgirêkê re nayê afirandin.    ‘EV KOMKUJIYEKE’   Karabûlût ku erdhejên li bajarên din bi taybetî jî Mereş û Dîlokê rû dan weke komkujiyekê şîrove kir û diyar kir ku berpirsyarê vê komkujiyê hikûmeta heyî ye wiha got: “Piştî hemû erdhejan em dibînin ku tenê muteahît tên cezakirin, lê hikûmeta navendî ya li vir û rêveberiyên herêmî berpirsyarên sereke ne. Ji ber ku di serî de, ew destûr didin muteahîdan û piştî her karesatê her tiştî bi qederê ve girêdidin. Herî kêm yek ji rewşên ku li van herêmên erdhejê derket holê, kontrolkirina avahiyan û wergirtina tedbîran bû. Divê li Tirkiyeyê hemû avahî yek bi yek bên kontrolkirin, avahiyên bi rîsk bên diyarkirin û di encama van tespîtan de hilweşandin an jî xurtkirin bê kirin. Binêrin, mirov di bin betonên avahiyan de perçiqîn. Ji ber vê yekê, mirinên di van erdhejan de, qetlîamên yekser in.”